Xeta 'Alo Şîdet' dîsa di xizmetê de ye

  • 13:37 17 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xeta "Alo Şîdetê" di dema qeyûm de hatibû girtin, careke din hat vekirin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala 2015'an de ji bo piştgiriya jinên rastî şîdetê hatine, di bin metirsiya şîdetê de ne, an jî dixwazin şêwirmendiyê bistînin, xeta "Alo Şîdetê" dabû destpêkirin. Ev xet di dema qeyûm de hatibû girtin, lê niha careke din hatiye vekirin.
 
Bernameya danasînê, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve hatibû organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê pêk hat. Di danasînê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevserokên şaredariyên navçeyan, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, Alîkara Sekreterê Giştî yê DBBê Zerîn Turk, Hevberdevka Meclîsa DBBê Demet Ceylan, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevilay Çelenk, nûnerên saziyên jin û gelek jinên din amade bûn.
 
Di vekirina bernameyê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer axivî û ragihand ku Xeta ALO Şîdetê bi jimara 444 36 21 dê bi tîmeke pispor ku hemû perwerdeyên pêwîst girtiye, 24 saetan, 7 rojên hefteyê, bê navber û pirzimanî xizmetê bide. Ozden Gurbuz Sumer da zanîn ku xet dê ji bo hemû jinên rastî şîdetê hatine an jî di metirsiya şîdetê de ne, li hemberî şîdeta fîzîkî, psîkolojîk, aborî, dîjîtal an zayendî, şêwirmendî, piştgiriya bilez û rêveberiyê peyda bike. Herwiha got, hemû serlêdan dê bi awayekî veşartî bêne parastin û ti jinek ku serlêdan bike, dê xwe tenê hîs neke.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî axivî û diyar kir ku di pêvajoya avakirina nû de ku ew salek û nîv e dimeşînin, îro dest bi xebateke hêja kirine. Bucak got, "Dilê me dixwest ku em xeteke wiha nedamezrînin, lê mixabin ev rastiya me ye; rastiyek e ku em her roj û her saet dijîn. Lê me hemûyan hêza têkoşîna bi vê yekê re heye. Em li hemberî wê nêrînê ne ku 10 salên me ji dest da, jin rasterast ji mekanîzmayên gihîştinê dûr xist, û em ê vê têkoşînê bi hêztir bidomînin."
 
Hevşaredar Bucak got ku xet dê ne tenê ji bo Amedê, di heman demê de ji bo hemû herêmê xizmetê bike û wiha axivî: "Gava ku em kampanyaya 'Soza me xelas nebû, em ê bi hev re şîdetê rawestînin' didin nasîn, em mekanîzmayên şêwirmendî û piştevaniyê yên ku pêwîst in biçin, bibînin û yek bi yek bi cih bînin, pir bi qîmet dibînin. Em soz didin ku em ê van xebatan, bi taybetî DÎKASUM'ê, li 17 navçeyan zêdetir pêş bixin. Dema salvegera vê kampanyaya me hat, em ê dest bi kampanyayên nû bikin."
 
Piştî axaftinan, der barê xebatên jinan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de sînevîzyonek hat nîşandan.