
Ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê daxuyaniya Îmraliyê: Pêdivî bi hiqûqê heye
- 14:16 17 Îlon 2025
- Rojane
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Abdullah Ocalan di hedîtinê de gotiye pêwîstî bi çaerseriyA hiqûqî ku yasayên “serdema navberê” digire navxwe heye û got: “Birêz Ocalan got; ‘asta pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiye qonaxa çarseriya hiqûqî.’”
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 15’ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Ergîn Atabey û Mûrat Yamalak re hevdîtin kir. Buroyê, têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: “Di 15’ê Îlona 2025’an de me piştî 6 salan li Girtîgeha Îmraliyê bi miwekîlê xwe birêz Ocalan û miwekîlên xwe yên din re hevdîtin kir. Me, têkildarî rewşa hiqûqî, neteweyî û der heqê serlêdanên di mekanîzmayên darazê de didomin, agahiyên berfireh pê re parve kirin. Bi vê wesîleyê me fisend dît ku piştî demekê dirêj nêrîn û pêşniyarên birêz Ocalan guhdar bikin. Me birêz Ocalan pir bihêz û bibiryar dît. Piştî sala 2019’an cara ewil e destûra hevdîtina parêzeran hate dayin û ev girîng û watedar e. Wî bi xwe jî heman wate da hevdîtinê û bi heman awayî nirxand. Di nirxandinên xwe de diyar kir ku avakirina hiqûqa demokratîk, pêwistiyeke dewleta norma ye û yek ji armcanên sereke ya pêvajoyê ye.
Pêvahoya gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî
Di hevdîtinê de got ku dema li merheleya pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nihêrtin, gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî. Anî ziman ku di pêvajoya sed salan de gelê Kurd li derveyî hiqûqê hatiye hiştin û tişta dixwazin êdî derbas bikin jî ev derhiqûqtî ye. Destnîşan kir ku ew di çarçoveya neteweya demokratîk de di pêkvejiyanê de israr dike û xwedî projeya komara demokratîk e. Di vê çarçoveyê de, diyar kir ku siyasî, aborî, çandî û gelek aliyên din ên pirsgirêka Kurd hene û îşaret bi pêwîstiya bi çareseriyên hiqûqî yên yasayên serdema navberê digirin nav xwe. Her wiha got ku serdana parêzeran a di vê serdemê de ku weke pêvajoya derbasbûnê pênase dike, di heman demê de weke îşareteke vekirina deriyê hiqûqî dinirxîne û daxwaz û hêviya xwe ya bi vî awayî anî ziman.
Mafê hêviyê
Raberkirina nêzikatiyeke hêjayî rol û muxatabiya birêz Ocalan, berpirsyartiyeke sereke ya hemû kesên baweriya wan bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê ye. Bi vê wwesîleyê, em dixwazin destnîşan bikin ku ‘mafê hêviyê’ yê niha di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye, pirsgirêkeke avadaniyê ya hiqûqa Tirkiyeyê ye û gavên erênî yên di vê mijarê de, dê di avakirina hiqûqa demokratîk de bibe gavekî destpêkê. Di serî de girtiyên siyasî, birêz Ocalan xwest ku em silavên wî ji hemû kesên pirsa wî kirine, yên baweriya xwe bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk tînin, yên di vê mijarê de kedê didin û di nava hewldanan de ne re bikin.”