Dora dibistanan û kolanên bê lambe bûne qada tiryakê
- 09:02 21 Kanûn 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN - Yek ji taxên ku berxwedan lê bilind bûye Xaçort e û bi hişbirê veguheriye qada şerê taybet. Şêniyên taxê wiha gotin: “Ev ne tesaduf e. Şên vir welatparêzin û hedef tên girtin. Divê li taxan komun bên avakirin. Her kes ji kolana xwe berpirs be wê pirsgirêk bê çareserkirin. Divê li dijî hişbirê têkoşîn bê dayîn.”
Yek ji lingê polîtîkaya şer ku ji aliyê delwetê ve tê meşandin polîtîkaya şerê taybet e û bi vê li Kurdistanê çetebûn, tiryak û fuhuş tê pêşxistin. Bi polîtîkaya tê meşandin taxên bi berxwedanê tên zanîn hedef tên girtin û vediguherînin qada şerê taybet. Yek ji van taxan a Xaçort a Wanê ye.
Li gorî agahiyên me ji taxê girtine dora dibistana Lîseya Anadolu ya Teknîk û Pîşeyî ya Van Golu, Dibistana Seretayî û Navîn ya Dumlupinar, Dibistana Navîn a Fevzî Geyik bi şev dibe qada firotina tiryak û bikaranîna wê. Bi taybet li kolanên ku lambe tune ne tiryak tê bikaranîn. Şêniyên taxê diyar kirin ku polîs bi şev li taxan digerin lê mudaxaleyê bikaranîna tiryakê nakin.
Şêniyên taxê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
‘Zarokên malbatên welatparêz dikin nav lepê tiryakê’
Behiye Bor da zanîn ku taxa Xaçortê berê taxa berxwedanê bûye û wiha got: “37 sal e li vê taxê dijîm. Niha bi polîtîkayên şerê taybet tiryak xistine taxê. Rihê berê yê berxwedanê tune ye. Bi şev tiryak tê firotin. Zarok 6-7 salî jî êdî bikar tînin. Em bi şev newêrin derketin derve. Em ditirsin ku zarokên me fêrî hişbirê bibin. Dewletê rê li ber vê vekiriye. Polîs li taxan digerin lê tiştekî nakin. Hewl didin zarokên malbatên welatparêz bikin nav lepê tiryakê. Li dora mala me zarok bi kar tînin. Riya çareseriyê wê bi aştiyê pêkan be.”
‘Em ji bo têkoşîna li dijî tiryakê amade ne’
Makbule Bartu daxuyakirin ku 40 sal e li taxê dijî û wiha anî ziman: “Berê Xaçort pir xweş bû. Qada berxwedanê bû. Lê niha bûye qada tiryakê. Li pişt mala me erseyek heye. Tên wir tiryakê bi kar tînin. Em nikarin tiştekî bêjin. Dewlet jî dizane lê tiştekî nake. Em çalakiyê dikin tên girtin. Ji bo ciwan tênekoşin vê polîtîkayên bi zanebûn dimeşînin. Divê em bi hev re li dijî vê têbikoşin. An jî wê ev pirsgirêk çareser nebe. Em ji bo têkoşîna li dijî tiryakê amade ne.”
‘Tax bûye qada şerê taybet’
Ayten Sarigul jî destnîşan kir ku 34 sal e li taxê dijî û wiha anî ziman: “Taxa me bi kevneşopiya berxwedanê tê zanîn. Niha veguheriye qada şerê taybet. Ev tiştên tê jiyîn ne tesadufin. Taxa welatparêzan bû. Lê hedef girtin û niha mirov nikarin lê bijîn. 10 sal berê ne wisa bû. Em niha ditirsin zarokên xwe bişînin kolanan. Niha zarokên 6 salî jî ikevin nav lepê tiryakê. Li vir pir zêde tê bikaranîn. Kî pêşenigya vê dikin em nizanin. Ji taxê jî kesan dikin nava xwe. Bi hevkariya wan difroşin. Ewil wek cigare didin zarokan piştre tiryakê didinê.Li kafeyan jî fuhuşê dikin. Polîs û pisporên çawî li kafeyan jinan dixapînin.”
‘Divê komunên taxan bên avakirin’
Ayten Sarigul wiha dawî lê anî: “Divê her kes li dijî tiryakê bibe yek. Divê komun bên avakirin. Divê em çareseriyekê biafirînin. Divê em kesên di vê rê de ji riya şaş vegerînin. Her kes ji taxa xwe berpirs be wê ev pirsgirêk çareser bibe. Tiryak her kesî dişewitîne. Ji ber vê divê em bibin yek. Em ji axa xwe van paqij bikin.”







