Şîna Zîlan Yilmaz bi girseyî hate ziyaretkirin
- 16:38 21 Kanûn 2025
- Rojane
ÊLIH - Şîna ji bo endama YJA Starê Zîlan Yilmazê ya li Êlihê hatiye danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Endama YJA Starê Zîlan Yilmaz (Siyajîn Heskîf), di 27’ê Tebaxa 2019’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Zîlan Yilmazê, li Mala Şînê ya Feqiye Teyran a li Taxa Bayindirlikê ya Êlihê şîn hate danîn. Gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê.
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li serdanê bûn. Girseyê di şînê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” berz kir.
Şîn, bi serdanan domiya.







