Doza gumanbarê ku Selma Kara qetil kir hat taloqkirin
- 18:05 26 Kanûn 2025
- Rojane
ENQERE - Doza gumanbar Îsmaîl kara ku Selma Kara qetil kir taloqî 14’ê Nîsanê hat kirin.
Gumanbar Îsmaîl Kara, Selma Kara ya pê re di asta destberdanê de bû qetil kiribû. Duyemîn runiştina doza li gumanbar hatibû vekirin li 3’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê hatdîtin. Ji sûcê ‘ji qestî hevjîn jin qetilkirin’ cezayê muebetê hat xwestin.
Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina gumanbar da û runiştin taloqî 14’ê Nîsanê kir.







