Elîf Kumal ya li qada kampê winda bû agahî jê nayê girtin
- 19:01 1 Çile 2026
- Rojane
BALIKESÎR – Elîf Kumal ya li Kapidagi Yarimadasi kam dikir, bi hevalê xwe yê mêr Enîs G re nîqaş jiya û hat îdiakirin ku piştî vê bi wesayîta xwe ji herêmê vegeriyaye û 5 roj in agahî jê nayê girtin.
Elîf Kumal ya li Kapidagi Yarimadasi kam dikir, bi hevalê xwe yê mêr Enîs G re nîqaş jiya û hat îdiakirin ku piştî vê bi wesayîta xwe ji herêmê vegeriyaye û 5 roj in agahî jê nayê girtin. Enîz G. şeva 27’ê Kanûnê li 112 Navenda Beşa Lezgîn geriya û îdia kir piştî nîqaş bi Elîf Kumal re jiyaye, Elîf Kumal di wesayîta planak 16 ATB 298 ji kampê veqetiyaye. Di lêkolîna qeydên kamerayan de dîmenên ku wesayîta Elîf Kumal berbi Erdek an jî Bandirmayê ve çûye nehatin dîtin. Ekîbên cendermeyan lêkolînek berfireh da destpêkirin.
Enîs G yê hat binçavkirin, dema binçavkirina wî hat dirêjkirin. Her wiha ji aliyê serdozgeriya komarê ya Erdekê ve lêpirsîn da destpêkirin.







