Tuncay Sonel bi nasnameyeke sexte hat binçavkirin!

  • 12:43 18 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM - Di lêpirsîna Gulîstan Doku de derketiye holê ku gumanbarê sereke, Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel, bi nasnameyeke sexte di otelekî Xarpêtê de maye. 
 
Agahiyeke din a balkêş der barê lêpirsîna Gulîstan Doku de derket holê ku demek dirêj e bala raya giştî dikişîne. Derbarê Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel de ku wekî gumanbarê sereke yê dozê tê binavkirin, agahîyên nû hatin bidestxistin.
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dema derbarê Tuncay Sonel de biryara binçavkirin û girtinê hatibû dayîn ew bi nasnameyek sexte di otela Sheraton a li Xarpetê de maye. Piştî ku cihê Tuncay Sonel hat diyarkirin, polîsan wî binçav kir.
 
Parêzera Gulîstan Doku, Alî Çîmen li ser hesabê xwe yê X ev tişt parve kir: “Tuncay Sonel, serokê rêxistineke sûc li cihê ku bi nasnameyeke sexte xwe vedişart, hat girtin. Beşa sîber a vê rêxistina sûc jî di nav dosyayê de bi delîlan re heye. Mayîna li otêlekê bêyî qeydkirina bi navê xwe sextekirina belgeyên taybet û sextekariya fikrî ye.”
 
Tuncay Sonelê ku piştî hat binçavkirin birin Erziromê, li bendê ne ku îfadeya wî bê girtin.