Bavê Rojîn Kabaîş bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir: Wê telefonê bişînin Çînê

  • 19:05 6 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE- Malbata Rojîn Kabaîş û parêzerên wan bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtin kirin. Hat diyarkirin ku ji bo şîfreya telefona Rojîn Kabaîş bê şikandin wê bişînin Çînê.
 
Malbat û parêzerên dosyaya xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku li Wanê bi guman jiyana xwe ji dest da cenazeya wê hat dîtin,  bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hatin gel hev.
 
Di hevdîtinê de dê û bavê Rojîn Kabîş, Nîzamettîn û Aygul Kabaîş, parêzerên dosyayê Zeynep Demîr û cigira Baroya Amedê Şîlan Çelîk cih girtin.
 
Akin Gurlek di hevdîtinê de daxwazên malbat û parêzeran guhdar kir û diyar kir ku ji bo şikandina şîfreyê wê telefonê bişînin Çînê.
 
Her wiha Akin Gurlek di hevdîtinê de daxuyakirin ku ji bo çareseriya mirina bi guman a Rojîn Kabaîş Serokatiya Daîreya Lêkolînên Sûcên Kiryar Nediyar ketiye dewrê û hemû delîlan wê ji nûve lêkolîn bikin û qeydên baza hatiye tengkirin bixwazin.
 
Nîzamettîn Kabaîş jî daxwaz kir ku gumanbarên bûyerê bên tespîtkirin.
 
Hat ragîhandin ku wê der barê hevdîtinê de daxuyanî bê dayîn.