KOM KURDÎ DER hat vekirin:Bila Kurdî bibe zimanê fermî
- 22:23 15 Gulan 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di Cejna Zimanê Kurdî de Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (KOM KURDÎ DER) hat vekirin.
Li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê di Cejna Zimanê Kurdî de Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (KOM KURDÎ DER) hat vekirin. Parlementera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û gelek endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka demokratîk û welatî tev li vekirinê bûn. Piştî ku ji aliyê endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê yên Mêrdînê ve qurdele hat birîn Hevşaredarê Şaredariya Mêrdînê yê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin Ahmet Turk axivî. Ahmet Turk got ku her roja diçe gelê Kurd pêtir li zimanê xwe xwedî derdikeve, ji ber ku hebûna gelekî bi ziman û çanda wî gelê pêkan dibe.
Piştî axaftina Ahmet Turk girse ji bo pîrozkirina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî heya Parqa Karayolû meşiya. Li vir Rêveberê Kom Kurdî-Derê Mehmet Veysî Arpa daxuyanî xwend û got: “Dewlet û hikûmeta AKPê bi salan e zimanê Kurdî tune dihesibîne û tunehesibandina ziman tê wateya tunehesibandina gelê Kurd. Lê em weke gelê Kurd li hember van polîtîkayan bê çare tunene û têkoşîna me ya ji bo zimanê Kurdî wê berdewam bike.”
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin bal kişand ser pirzimanî û pirçandiya gelên Mêrdînê û wiha axivî: “Tekoşîna bi salan e em ji bo ziman didin tenê ne ji bo Kurdî ye, ji bo hemû zimanên herêmê ye. Ger îro zimanê me bibe zimanê perwerdeyê ev dewletê bêhêz nake, hêzê dide dewletê û divê zimanê me êdî bibe xwedî statu.”
Piştî axaftinan girseyê govend gerand.







