Colemêrg di bin dorpêçê de ye: Gund û çiya tên şopandin

  • 09:02 2 Hezîran 2026
  • Rojane
  
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji navenda bajar bigirin heta qadên çiyayî bi kamera û pêkanînên "Herêma ewlehiya taybet" di bin dorpêçê de ye. Rê, zozan, herêmên bejahî bi zêdebûna kontrolên leşkerî veguherîne girtîgeha vekirî.
 
Colemêrg û navçeyên wê di salên dawî de  bi pêkanînên "Herêma ewlehiya taybet", pergalên kamera û çavdêriya elektronîk di bin kontrolek mezin befireh de ne. Rê, zozan, xetên sînor, çiya tên şopandin.
 
Ev tabolo  paradîgma ewlehiya  ku rêbazên leşkerî bezandiye, nîşan dide. Polîtîkayên ewlehiyê yên dewlet bi salan e li herêmê dimeşîne, êdî bi operasyon, baragehên leşkerî an jî nokteyên kontrolê yên fîzîkî sînor nîne, bi mekanîzmayên şopandina teknolojîk li seranserê jiyana rojane belav dibe.
 
Kamera hatin danîn
 
Bi taybetî bi berfirehkirina qadên wek "Herêma ewlehiya taybet" hatine îlankirin re gelek gund û zozan li sivîlan re hatine girtin û di nav qadê nqedexe hatine îlankirin de Begalte, Dev, Herke, Qelet, Bavê û Bedev hene. Tê diyarkirin ku li van qadan tevgera leşkerî zêde kirine û kamera hatine bicihkirin.
 
Polîtîkayên ewlehiyê mayînde kirin
 
Îlankirina "Herêmên ewlehiya taybet", wek pêkanîna ewlehiya demkî bê pêşkêşkirin jî nava demê de ev mayînde kirine. Derketina zozanan hatiye sînorkirin, tevgera bejahî xistine bin kontrolê û hinek qad ji sivîlan re hatine girtin. Ev rewş di alî mirovên li herêmê diîn de  bandorek neyînî dike.
 
Ber bi aftmosfera ‘girtîgeha vekirî’ ve dibe
 
Ev pergala şopandinê ya li herêmê ji bo mirovan tenê wek pêkanîneke ewlehiyê nayê dîtin. Hesta şopandinê, nokteyên kontrolê, herêmên qedexe û bi mekanîzmayên elektronîk şopandin, gelê herêmê ber bi atmosfera "Girtîgeha vekirî" ve dibe.