Di qezaya trafîkê de 5 jin birîndar bûn

  • 11:51 2 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li navçeya Serîk a Antalyayê 5 jinên karker birîndar bûn.
 
Li navçeya Serik a Antalyayê, du mînîbusên ku karkerên çandiniyê hildigirtin li hev ketin û pênc jin birîndar bûn.
 
Qeza li dora saet 6:00ê sibê li taxa Kökez a navçeya Serikê qewimî. Yek ji wesayîtan, piştî ku ji ber lêdanê ji rê derket, li dîwarê xaniyek yekqatî ya li kêleka rê qelibî. Di qezayê de pênc jin birîndar bûn.
 
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serikê û niha tên dermankirin.