Bendewariya jinan ewlehî û nûnerî ye

  • 09:04 13 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Tê payîn ku desthilatdarî der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çarçoveya qanûnî bîne mcelîsê û jin mekanîzmayên ku dibin kirdeya pêvajoyê û ewlehiya demorkatîk dixwazin. Aktîvîsta TJA’yê Dîlek Başalan diyar kir ku pêvajoyeke ku ewlehiya jinan, nûnerî û destekeftiyên jinan nakeve bin ewlehiyê di alî demokratîkbûnên de kêm dimîne.
 
Tê payîn ku desthilatdarî di rojên pêş de der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de qanûna çarçoveyê ya amade kiriye bîne rojevê. Jin  di vê pêvajoyê de daxwaza ku nûneriya demokratÎk bikeve bin ewlehiyê û bibin kirdeya pêvajoyê daxwaz dikin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlek Başalan da zanîn ku dikare xal bên derxistin lê ev xal wê bên civakîkirin an na? Û got: “Bi rastî wê heqîqet bê an na? Wê ji jinan re bibin bersiv an na?”
 
Dîlek Başalan da zanîn û got di pêvajoya civaka demokratîk de wek kirde tevibûna jinan û avkairina mekanîzmayan girînge û wiha pê de çû: “Di alî jinan de pirsgirêka esas e ewlehiye. Bi taybet jî xalên ku pêvajoyê xurt dike, kmara demokratÎk û demokrasiyê ava dike girîngin. Bi, salan e li hember destkeftiyên jinan polîtîkayeke tê meşandinê heye.Jinên Kurd hem di alînasnameya jinê hem di alî nasmaeya neteweyî de têkşînê dimeşîne. Di sererastkirinên tê meşandin de samimiyet û ewlehî girînge.”
 
‘Girînge ku xal çawa dikevin jiyanê’
 
Dîlek Başalan destnîşan kir ku sererastkirinên qanûnî bi tena serê xwe têr nakin û wiha bi lêv kir: “Xal dikarin bên derxistin. Di qanûnekê de dikare xal hebin. Lê ev xal wê bibin civakî? Bi rastî wê bibin Heqîqeta jinan? Wê bibin bersiva jinan? Wê fikarên jinan ji holê rab ikin.  Xala 6284 jinan diparêze? Ev xal çawa dikeivn jiyanê û ewlehiya wê girînge.”
 
‘Em naxwazin tecrubeyên berê bijîn’
 
Dîlek Başalan di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Divê  pêvajo baş bê meşandin. Tecrubeyê berê bêbawerî afirand. Em naxwazin demên berê bijîn. Piştî metn derkeve holê wê jin jî helwesta xwe zelal bike. Jin tehdîdekê bibînin wê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Avakirina civaka demorkatîk tenê bi sereastkirinên qanûnî ne pêkane.”
 
‘Divê jin bibin kirdeya aştiyê’
 
Dîlek Başalan çalakiyên Peymana Stenbolê jî bibîr xist û got li dijî feshkirina Peymanê çalakî li derxistine û ji ber vê doz li wan hatibûne vekirin û wiha domand: “ Jin di pêvajoya aştiyê de ev salek û nîve xebatan dimeşînin. Me xebatên ku jin divê bibin kirdeya pêvajoyê meşandin. Me Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye ava kir. Me got divê jin bibin kirdey aştiyê. Divê li meclîsê gotina jinê hebe. Jin gotina xwe bikaribin bêjin. Divê di mekanîzmayên ku li meclîsê tên avkairinê de nûneriya jinan bê xurtkirin. Li meclîsê tunebûna nûneriya jinan windahiyeke mezine.”