Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’
- 15:42 14 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Karawana Dayikan a ku ji Hamburg û Heilbronnê ya Elmanyayê bi rê ket, bi daxwazên aşitiyê, azadiya jinan û xwişk-biratiya gelan ber bi Berlînê ve diçe.
Dayikên ku di 13’yê Hezîranê de wekî du baskan dest bi rêwîtiyê kirin, dê di hefteyekê de li gelek bajaran çalakiyan pêk bînin û di 20’ê Hezîranê de li Berlînê kom bibin.
Dayikên ku di rê de bi gel re dicivin, balê dikişînin ser berdêlên ku jin û zarok di hewirdora şer de didin. Dayik, bang dikin ku hemû pevçûn û şer li cîhanê bidawî bibin û bi taybetî ji bo Rojava daxwaza aşitiyeke mayînde dikin.
Ev karawan armanc dike ku aşitî û hevgirtin were xurtkirin û daxwaza azadiya jinan û jiyaneke azad, wekhev û aştiyane ji bo hemû gelan derdixin pêş.
Dayikên ku peyama “Cîhaneke bê şer pêkan e” didin, hemû dezgehên demokratîk vedixwînin ku piştgirî bidin têkoşîna aştiyane.
Rêwîtiya karawanê dê bi çalakiya hevgirtinê ya ku di 20’ê Hezîranê de li Berlînê were lidarxistin bi dawî bibe.







