Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bîranîn

  • 13:53 17 Hezîran 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Denîz Poyraz di 5’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.
 
Denîz Poyraz a ku di êrîşeke nijadperest a di avahiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, di 5’emîn salvegera şehadeta xwe de xwe de, li Goristana Buca Kaynaklarê bi merasîmeke girseyî hat bîranîn.
 
Di bîranînên de gelek caran dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ê Îzmîrê Îbrahîm Akîn, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî bernameya bîranînê bûn.
 
Di bîranînê de dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Parlamenterê DEM Partiyê ê Îzmîrê Îbrahîm Akîn axivîn.
 
Dayika Denîz Poyrazê, Fehîme Poyraz xwest aştî li tevahiya cîhanê belav bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be û got: “Şehîd, şehîda me hemûyan e. Em dixwazin hemû girtî û yên di zindanan de ne serbest bên berdan. Divê em hemû mil bidin milê hev û hevdu himbêz bikin. Em dixwazin di cîhanê de jiyaneke xweş, aram û tije aştî hebe. Em li vê cîhanê aştiyê dixwazin. Em vê yekê ji dewleta Tirkiyeyê jî dixwazin; bila destê xwe yê aştiyê dirêj bike, êdî gavên aştiyê biavêje. Ji bo gavan li benda çi ne? Bila êdî xwîn nerije.”
 
Parlamenter Îbrahîm Akîn jî bal kişand ser doza Denîz Poyrazê, destnîşan kir ku ew ê dest ji şopandina dozê bernedin û wiha axivî: “Tam 5 sal berê di van saetan de, di avahiya me ya bajêr de kuştinek pêk hat. Kujer hat darizandin; belê, cezayê xwe girt lê ji bo me ev doz hîn nehatiye girtin. Em wan hemû hêzên li pişt wî, yên alîkariya wî kirine, ew birêxistin kirine û berê wî dane wir nas dikin. Ev kujer ji bo qetilkirina bi dehan û bi sedan hevalên me hatibû plankirin û me dît ku ev kar tevî hêzên li pişt xwe pêk anî. Ji ber vê yekê, em li vir careke din dibêjin ku di şexsê Denîz Poyraz de em ê dest ji vê dozê bernedin û em ê heta dawiyê li pey bin. 5 sal derbas bûn, lê wekî duh e; îro jî di hundirê avahiya me de masaya wê hîn li cihê xwe ye. Denîz Poyraz di nav me de her zindî ye. Me ew ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin.”
 
Merasîma bîranînê piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.