Dîlek Oz: Ez hatim paytextê
- 09:28 18 Hezîran 2026
- Rojane
Rojda Aydin - Neslîhan Kardaş
AMED – Dîlek Oz a ku 32 salan di girtîgehê de ma bi gotina “Ez gihîştim paytexta xwe”, da nişandan ku ev hevok hevoka hesreta welat e.
Dîlek Oz ku 32 salan li pişt deriyên hesinî, dîwarên bilind û berxwedaneke ku li dijî demê derket jiya, piştî çend salan azadiya xwe bi dest xist û vegeriya bajarê xwe Amedê. Dîlek Oz ku beşek mezin ji jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir, ne tenê çîrokeke şexsî, lê di heman demê de bîranîn, dîrokeke ku hewl hatiye dayîn were înkarkirin û têkoşîna ku jinan bi berxwedanê hunandiye jî deng dide. Dîlek Oz piştî piştî ew qas salan li kolanên Amed digere û vegera xwe bi hevokekê vedibêje; “Ez gihîştim Paytexta xwe.” Ew hevok hem giraniya hesretê û hem jî serhişkiya aîdiyetê dihewîne.
Hevokeke din ku wê di hevpeyvînê de got, şopa salan da nîşandan. Dîlek Oz ku du rojnamegerên ku wê guhdar dike re dibêje, “Îro du jin ku dema ez hatim girtin hîn nehatibûn dinyayê, bi min re hevpeyvînê dikin.” Ev gotin ne tenê behsa derbasbûna demê dikir, lê di heman demê de behsa bîranîna ku ji nifşan ve tê veguhastin, têkoşîn û berdewamiya berxwedanê jî dikir.
Dîlek Oz ji ajansa me re axivî.
‘Rêbaza gêzer û dar’
Dîlek Oz, behsa cûdahiyên girîng ên di navbera rastiyên girtîgehên ên salên 1990’î û yên îroyîn de kir û diyar kir ku dema ew cara yekem ket girtîgehê ew 22 salî bûye. Dîlek Oz, da zanîn ku ew cara ewil di Girtîgeha Bayrampaşayê de maye û got, “Bê guman, di çarçoveya rastiyên girtîgehan ên wê demê de, ew dever bûn ku me hinekî bêtir kontrol û hakîmîyeta me li ser şert û mercan hebû. Ev yek min gelek matmayî hîştibû. Rastiya girtîgehê di hişê me de hebû. Piştî ku prosedurên destpêkê temam bûn, nûnerekî giştî hat licem min. Gelek baş tê bîra min. Destê xwe dirêj kir, dixwest çenteyê ji min bistîne. Min ew neda wê ji ber ku min digot qey ew gardiyane. Wê got ‘ez heval im’ û dû re çente girt. Dema ku em li paşerojê dinêrin, an jî di nîqaşên xwe yên giştî de, me tiştek pir zelal fêm kir. Ev di rastiyê de encama mîrateya ku me mîras girtibû bû. Bi taybetî piştî darbeya 12’yê Îlonê û rastiya Zindana Amedê. Berxwedana li wir hat nîşandan û encamên wê yên afirandin, di salên 90’î de bi giştî li girtîgehan jî xuya bû. Her wiha, têkoşîn li derve jî lez û bez û hêz digire, hêdî hêdî vediguhere serhildanekê. Ev yek heta di zindanan de jî diyar bû. Ez ê bêjim ew herêmek bû ku şert û merc nisbeten çêtir bûn û derfetên me zêdetir bûn. Lê bê guman, ev rastiyek jî heye. Ez ketim Girtîgeha Bayrampaşayê. Girtîgeha Bayrampaşa an jî Sagmacilar li navenda Stenbolê bû. Lê di heman serdemê de, li Girtîgeha Erzirom û Sêwasê pratîkên pir cuda hebûn. Ji ber vê yekê me her tim teqez li ser vê rastiyê sekiniye. Ji aliyekî ve siyaseta gêzerê, ji aliyê din ve siyaseta darikê. Ji ber vê yekê, siyaseta serdest li Kurdistanê rojava hinekî bêtir rêbaza gêzer û dar û li Kurdistanê hinekî bêtir rêbaza darê hebû.”
‘Hêvî dikim kes nebêje 32 sal çawa derbas bû’
Dîlek Oz vegot ku di axaftinekê de bi hevalên xwe yên girtîgehê re berî ku ji girtîgehê derkeve, wê ji wan re gotiye, “Ez hêvî dikim ku gava ez derkevim, kes ji min nepirse ka ew 32 sal çawa derbas bûn, nekin” û wiha pê de çû, “Ji ber ku bi rastî jî zehmet e ku mirov 32 salan di çend hevokan de, di çend hevpeyvînan de kurteber bike. Pêvajoyên gelek cuda bûn. Hin deman êrîşên pir dijwar û windabûn hebûn. Demên ku em heta sibehê nobedar diman, di pêlavên xwe ve radizan û bi pêlavên xwe ve şiyar dibûn. Me di bin her şert û mercî de hewl da ku perwerdehiya xwe û avahiya rêxistinî ya xwe biparêzin. Vê yekê kesên hemberê me jî gelek baş dizanin. Ji ber vê yekê, girtîgeh di rastiyê de akademi, navendên perwerdeyê bûn. Bi taybetî di salên 90’î de gotinek derketibû holê; ‘Divê her kes şeş mehan biçe zindanê da ku perwerdehiyê bibîne’, lê ne ji şeş mehan zêdetir. Dema ez li paşerojê dinêrim, ez dikarim bi rastî jî serdema heta sala 2005’an û serdema piştî 2005’an ji hev cuda bikim. Ez di sala 95’an de ketim girtîgehê. Heta sala 2005’an hinekî cuda bû. Em li wir bi nifşê xwe re mezin bûn. Wê demê, gava me hevalekê ku em pênc, deh, an panzdeh salan nas dikirin didît, em bi vî rengî nêzîkî wan dibûn. Me digot ‘Heval de bêje.’ Dîtina hevalên kevin pir dijwar bû ji ber ku têkoşîn nû dest pê kiribû. Bê guman, piştre bi nifşên cuda re berdewam kir. Ev rastiyek zindanê ye. Dema ku ez çûm, em 4-5 nifş di heman hucreyê de bi hev re bûn.”
Pêkanînên desteyên rêveberî û çavderiyê
Dîlen Oz behsa pêkanîna desteyên rêveberî û çavdêriyê kir û bi bîr xist ku ev pêkanîn tam bi berdana girtiyên ku 30 sal bûn di girtîgehê de bûn re hevdem bû û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Me di destpêkê de bi rastî fêm nekir. Ji ber vê yekê, me fêm nekir ku ev çi armanc an plansazî bû. Bê guman li Ewropa, Amerîka û welatên din jî pergalên bi vî rengî hene, lê ew bi vî rengî naxebitin. Pergal bêtir dibe sedema berdana zû. Lê belê sepandina wê li vir veguheriye pratîkek bi tevahî faşîst. Bi taybetî, di qanûna ku di sala 1991’an de hat derxistin de guhertin çêbûn. Ji ber vê yekê berê, cezayên hepse yên heta hetayê heta 20 salan dihatin dayîn û dû re dihatin berdan. Lê li gorî vê pergalê, ew rasterast ber bi 30 salan ve diçû û saziyên îdarî û çavdêriyê di heyamekê de ku bi berdana kesên ku 30 sal cezayê girtîgehê digirtin re hevdem bûn, hatin damezrandin. Wan derûnnas, lêkolînerên civakî û hetta teknîsyen jî anîn. Ev komîteyek e ku ji efserê giştî, rêvebirên yekem, duyem û dozger pêk tê. Kesên ku tiştekî ji hiqûqê, ji derûniya mirovan fêm nakin û dibe ku dîroka xwe jî nizanin, her cûre pirsan ji we dipirsin. Ew li ser bingeha van pirsan nerînên xwe ava dikin.”
‘Li hember zextan em bi hêz in’
Dîlek Oz destnîşan kir ku ew bi salan e di têkoşîna azadiya Kurd de ye û tevî hemû zehmetiyan jî wê qet teslîm nebûye. Dîlek Oz teqez kir ku dema ku ew li ber berdana ji girtîgehê bû, bi rêbazek hişk zext li wê hatiye kirin ku serî li ber rêveberî û desteya çavdêriyê bitewîne û wiha domand, “Lê belê ev yek me xemgîn nekir. Tahliya min sê caran hat dirêjkirin. Sal û nîvek dereng ji girtîgehê derketim. Di desteyên rêveberî û çavderiyê ya herî dawî de derûnnas ji min pirs kir got ‘tu poşmanî?’ Min tiştekî ku poşman bibim nekiriye. Ji ber ku Kurd im ez poşman bim? Ji ber 32 salin girtî me poşmanim? Gelo ez ê poşmaniya çi bijîm? Dema em van dibihîzin elbet bêtir hêrs dibin. Dibêjin ku ‘me ev qas salin me wan kuşt, qetil kir, zextan kir ew çawa hîn nayên ser rê?’ Ev sekna me wan hêrs dike. Elbet li hember pêkanînên wan em jî bi hêrs dibin. Bi dirêjkirina tahliyeya girtiyan dixwazin wan eciz bikin. Lê dibînin ku ew bi ser nakevin. Di hêla derûniyê de jî êrîş dikin, lê dîsa jî bi ser nakevin. Li hember van zextan em bi hêztir dibin. Em hîn jî wek roja ewil hîn zindî ne. Hemû hevalên girtîgehê wisa ne. Tu zext û komkûjî nekarî serî li me bitewîne. Ji ber vê yekê em îro hatine vê astê.”
‘Derve girtîgehek vekirî ye’
Dîlek Oz diyar kir ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di awayê nihêrîna girtiyên siyasî ya li girtîgehan de guherînek girîng çêkiriye û got, “Piştî demekê, rastiya ku Rêberê me jî di girtîgehê de bûn, girîngî û ciddiyeta vê derê hîn bêtir hîs kir. Piştî cihekê me hemûyan got, ‘heta em Rêberê xwe negirin em ji vir dernakevin.’ Em ev qas di girtîgehê de man û em ê nehêlin hevalên me yên dinê jî di girtîgehan de bimînin. Min dixwest ku ji wê deriyê girtîgehê bi Serok û hevalên xwe re derbikevim. Li hember vê yekê şikestinek dilê me de heye. Ez bawer dikim ku dê demekê nêz de dê ev yek pêk bê. Ji aliyekî din ve, rastiya ku cîhana derve mîna girtîgeheke vekirî ye jî heye. Niha li derve me, azad im. Nêzîkatiyek bi vê rengî nîne. Têkoşîna azadiyê hîn jî berdewam dike. Belê ji nava çar dîwaran derketim. Lê em li derve di nava girtîgehek vekirî de ne. Roja ku derketime vir ve çavderiyê dikim û hewl didim fêm bikim. Hemû tişt gelek guheriye. Di ragihandin, têkilî û rastiyên civakî, sosyo ekonomîk û siyasî de gelek tiştan de guherîn çêbûne. Lê wekî din li derve bûyîn xweş e. Çi dikin bila bikin jî, cîhê pratîkî yê qadê têrê nake. Ez gelek mereq dikim ku qasî ku ez di hindûr de azad dikaribûm biaxivim dikarim derve jî biaxivim an na.”
Kelecaniya ji bo dîtina Amedê
Dîlek Oz, behs kir ku Amed ji bo wê tê gelek wateyên cuda û axivî, “Amed cihê ku ez lê dayik bûme me û ji bo min gelek cuda ye. Hatim paytexta xwe. Ez hîn negeriya me zêde. Min hîn hewaya wê baş negirtiye. Min hîn nigê xwe nedaye ser axê. Lê belê ev hemû bi salan in di dilê min de tim bêrîkirinek bû. Dema ku ez nigên xwe bikim nav ava Dîcleyê ez zanim ku dê hêzek mezin bide min. Dema ez ji Girtîgeha Bakirkoyê derketim li Stenbolê kelecana min cuda bû, lê Amedê kelecana min cudatir bû. Dema ku ez balafirê siwar bûm û ji jor ve Amedê dinêriyam kelecanek mezin ket dilê min. Hêstek gelek ecêp bû. Her ku nêzîk dibûm ew kelecan zêdetir dibû. Çawa ku ez peyabûm nikaribûm bi nigên xwe pêl axê bikim. Ji ber ku hemû der bêton in. Min herî dawî di sala 1992’an de Amedê dît. Wê demê otogarek biçûk li Seyrantepeyê hebû. Piştî 35 salan ez hatim Amedê. Amed gelek mezin bûye û guheriye. Ev mezinbûyînek xweşik e? Na, cihê nîqaşê ye. Dema ez derketim Batikent cihê înşîatê bû. Niha, di pêşketina bajarî de celebek pir cûda heye. Peyas wê demê gund bû, lê niha bûye wek cihek dewasa. Ez dibînim ku cudahîyeke çînî zêdetire. Divê li ser vê axa rewş ne wisa bûye.”
‘Xeyalê zarokatiya min’
Ji bo hevpeyvînê dema ku me ji Dîlek Oz pirs kir ‘hûn dixwazin biçin ku derê bidin’ got ku dixwaze biçe Pira Dev Çavî û wiha domand, “Pira Deh Çavî ne wek dema ku min dîtiye ye. Wê demê ez bi malbat an jî bi hevalên xwe yên dibistanê re dihatim vê derê seyranê. Destûr nedidan bikevim Dîcleyê. Ava Dîcleyê havînan gelek zêde dibû. Mirin zêde dibûn. Tenê destûr didan ku ez nigên xwe bikimê navê. Dema ku ser pirê dimeşiyam û Dîcleyê dinêriyam xeyalê zarokatiya min a kelecanî tu carî ji bîra min naçe. Di girtîgehê de li kêleka ranzaya min dema kartên ku dihatin şandin de wêneyê pirê diişandin. Di dilê min de cihê wê qet negûherî.”
‘Rojnamegerî ji bo min wek dilxwaziyek bû’
Di dema axaftinê de, em fêr dibin ku Dîlek Oz berî ku bikeve girtîgehê demekê rojnamegerîyê jî kiriye. Dîlek Oz, wiha behsa wê pêvajoyê kir, “Tecrubeya min pir piçûk bû. Ji salên xwe yên dibistana navîn û vir ve ez bi rastî jî bi rojnamegeriyê re eleqedar bûm. Rojnamegerî ji bo min wek dilxwaziyek bû. Hilbijartina min a zanîngehê jî hinekî ji ber wê yekê bû. Ez çûm Fakulteya Ragihandinê li Stenbolê. Di sala 1990’î de, dema ku Yenî Ulke dest bi weşana heftane kir, min ji nişkê ve xwe bi rojnameyê re eleqedar dît. Bi vê wesîleyê ez Huseyîn Aykol jî bi bîr tînim. Min digot dema ez ji girtîgehê derbikevim ez ê biçim Huseyîn Ayskol hembêz bikin. Tecrûbeya min a ewil bi saya wî bû. Cihê me li Cagalogluyê bû, qada herî jor a Talassayê. Belê min ragihandinê dixwend, lê di hêla pratîkê de min zêde tişt nizanibû. Hevalên ku ji kovaran dihatin hebûn. Ew roj bûn ku min hîn nedifikirî ku çanda me, her çend sosyalîst be jî, bi tevahî kok girtiye. Min nizanibû nûçe binivîsim. Qada me ya îstîxbarata nûçeyan berfireh bû. Min wêne dikişand, agahiyan kom dikir û êvar dibû ji bo nûçe binivîsînim. Lê min nizanibû binivîsandiya. Bi xwe çawa bûye wisa dinivîsî. Hîn jî tema nivîsandina nûçeya destpêkê di devê min de ye. Lê eger ez wê bi îro re bidim ber hev, wê demê derfet pir kêm bûn. Di cîhek teng de, berpirsiyariya me ya hevbeş ew bû ku em nûçeyan berhev bikin, gotaran binivîsin, wêneyan bigirin û dû re di sibehê zû de biçin çapxaneyê da ku rojnameyê çap bikin. Me van hemûyan dikir. Lê niha derfet gelek zêde bûne. Lê ez difikirim ku divê her rojnamevan bêhna makîneya çapkirinê bigire. Ew murekkep tiştek cuda ye.”
‘Jinnews çavkaniya me ya şanaziyê ye’
Dîlek Oz, behs kir ku bi pêşketina teknolojiyê re her tişt bûye dîjîtal û got, “Pêl dugmekî dikî hemû tişt derdikeve pêşiya te. Lê bilî vê çapemeniya azad di qadê de kedek mezin dide. Saziyên me gelek zêde bûne. Dema em hindûr de tu rojname nedidan me. Em nikaribûn kanalan binêrin. Lê Jinnews çavkaniya me ya şanaziyê ye û sohbeta ku em îro dikin jî ji bo min tiştek bi hêst e. Dema ku ez hatim hevalekê ji min pirs kir tu kendî ketî girtîgehê. Hîn pirs devê min de bû min got 199… Heval got ez wê demê hîn nehatime dinyayê. Niha li hemberê min du jinên ciwan ên ku hene dema ez ketim girtîgehê ew hîn nehatibûn dinyayê, îro ji min roportajê digirin. Cihê çapemeniyê ji bo min gelek taybete.”
Banga 27’ê Sibatê
Dîlek Oz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser “Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin û got, “Ev bang me gelekê kelecanî kir. Me jî rewşê ji girtîgehê dişopand. Ez nizanim ku ez ji we re çawa behsa wê rojê bikim. Em bi kelecanek mezin li hember televîzyonê rûniştin gûhdar kirin, nêrîn û nîqaşên hevalan girtin. Demên bi vê rengî di girtîgehê de gelek girîng e. Hûn li derve agahiyan yekser digirin, lê em di hindir de parçeyan didin li ber hevdû û fêm dikin. Ji ber vê yekê gelek taybet bû. Rêbertiyê di 27’ê Sibatê de ev bang kir, lê serdema piştî sala 2000’an jixwe pêvajoyek bû ku Rêbertî pê gihîştibû. Rewşa ku em niha têdene ne tiştek nû ye. Ew pêvajoyek e ku em dikarin heta sala 93’an bibin. Mixabin, ji ber nebûna şert û mercan, ev rewş heta roja îro jî berdewam kiriye. Serokatî her gav ji bo wê amade bû û bingehên wî jixwe hatibûn danîn. Bê guman, dîsa fikar hebû ku pêvajo dê wekî pêvajoya 2013’an bibe. Fikar heye; hestek ewlehiyê ya bi temamî tune ye. Dema ku em li dîroka şoreşên cîhanê dinêrin, em dikarin gelek mînakan bibînin, lê têkoşîna Kurdan, têkoşîna ji bo Kurdistanê, di nav wan mînakan de cih nagire. Ewqas cuda ye û ev jî bi şêwaza Serokatiyê ve girêdayî ye.
‘Ev sedsal ji bo wan fersendeke’
Di navbera gelan de tu pirsgirêk tuneye. Pirsgirêk di desthilatdariyê de ye, di hişmendiya wan de ye. Li gor zihniyeta xwe vê yekê rêve dibin. Biryardariya me heye. Em vê yekê zanin. Em bi biryar in. Serokatî bi awayek şênber çareseriyê daye nişandan. Em li gor biryarên xwe têkoşîna xwe didomînin. Ev xilasbûyînek e? Na. Destpêkeke bi hêztir e. Niha, ez ne tenê ji perspektîfa aliyê din ve li rewşê dinêrim ku gavan biavêjin. Divê em ji hêla derûnî ve jî xwe ji bo vê yekê re amade bikin. Demek dirêje li ser vê yekê em nîqaşan dikin û diaxivin, lê em hîn jî matmayî dimînin. Ev jî dide diyar kirin ku me ji bo bê yekê xwe hîn baş amade nekiriye. Di hêla civakî de me hîn amadekarî têr nekiriye. Divê em bifikirin ku di pratîkê de em çi bikin. Pratîka me qels e. Divê em bi awayek adapteye pêvajoyê bibin. Wekî Serokatî jî dibeje em entegrasyona demokratîk di hêla xwe de baş pêk bînin. Dewlet gav bavêje an jî nevêje. Ger ku nevêjin ew ê bi xwe winda bikin. Ev sedsal ji bo wan fersendeke. Em hemû rewşa heyî ya Rojhilata Navîn dişopînin û çavdêrî dikin. Eger hevdîtin, hevkarî û bi giştî entegrasyoneke komara demokratîk bi gelê Kurd re li hundir pêk neyê, mixabin zirara herî mezin dê Tirkiye bibîne. Ew cihê şanaziyê ye ku bi kelecan û sebir beşek ji vê pêvajoyê bim. Gelek tiştên ku em bikin hene. Pêywir dikeve li ser milên me hemûyan. Ji vir ez silavên xwe ji Giravê re, bilindahiyan re û hemû hevalan re dişinim.”







