Li navenda ku 4 meh in xizmetê dide nêzî 300 serlêdan

  • 09:04 28 Hezîran 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Navenda Piştevaniya Jinan a Berîvan Kutlu di meha Sibatê de di bin bana Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cizîrê de hat vekirin û ji roja hatiye avakirin nêzî 300 jin serî li navendê dan. 
 
Şaredariya Cizirê ya Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca xebatên jin û zarokan mezin bike di 28’ê Sibatê de Navenda Piştevaniya Jinan a Berîvan Kutlu vekir. Navend ku têkoşîna li dijî tundî, xizanî û newekheviyê hedef digire, bi mekanîzmayên piştgiriya hiqûqî, psîkolojîk û civakî jî xurtbûna jinan esas digire û dibe qada piştevaniyê. Navend li bajar di gelek qadan de piştgiriyê dide û ji sê yekîneyan ava dike. Yekîneyê perwerde, aborî û têkoşîna li dijî tundiyê. Der barê hewcedariyên jinan de li bajar xebatan dimeşîne.
 
Dema nû navend hat avekirin, ji bo bingeha aborî-civakî ya civakê bê diyarkirin anket hat kirin. Heman demê de hefteyên borî de ji bo astengiyên li pêş jinan û pêşniyarên çareseriyê anketek hat kirin. Ev anket hîna li bajar didome. Bi Baroya Şirnexê re protokol hat kirin û çarçoveya vê de jinên alîkariya edlî digirin tên tespîtkirin û bi armanca piştevaniyê dikevin têkiliyê.
 
Şukran Erdem a di yekîneya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya navendê de cih digire der barê xebatan de axivî.
 
‘Em hewl didin xwe bigihînin hemû jinan’
 
Şukran Erden da zanîn ku li Navenda Piştevaniya Jinan di alî civakî-polîtîk û alî hiqûqî de xizmetê didin û wiha vegot: “Em hewl didin piştgiriyê bidin jinan. Girêdayê vê em xwe digihînin jinên mexdûr. Heta ji destê me tê em di alî hiqûqî de dozê dişopînin. Ji bo em xwe bigihînin zêdetir jinî me serê salê carekê niha jî du caran xebatên anketê kirin.”
 
‘Jin bi tundiyê re tên rû hev’
 
Şukran Erden destnîşan kir ku sedema herî mezin a vekirina navendê ev ku jinên rastî tundiyê tên pir zêde ne û wiha domand: “Tundî ne tenê fîzkiye, pir aliye. Cureyên tundiyê yên aborî, psîkolojîk, fîzîkî û taybet hene. Ji ber vê jî li Cizîrê hewcedarî bi saziyek wisa hebû. Em hewl didin xwe bigihînin hemû jinan. Divê jin bizanibin ku ne tenê ne.”
 
‘Jin dixwazin mafên xwe fêr bibin’
 
Şukran Erden  diyar kir ku jin li dijî tundiyê mafên xwe digerin û ev jî di alî kêmbûna tundiyê de gelek bi bandore. Şukran Erden wiha bi lêv kir: “Me di xebat û anketên xwe de ev zelal dît. Jin êdî dixwazin mafên xwe fêr bibin. Ji roja navend vebûye ji 300’î zêdetir serlêdan hatin kirin. Li gorî hewcedariya jinan piştgirî tê dayîn.”