Di nava salekê de 200 hezar jin ji kar hatine dûrxistin
- 15:19 29 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî di medya Îranê de hatiye belavkirin, di nava salekê de nêzî 200 hezar jin karên xwe ji dest dane. Wek çalakvanên jin dibêjin, ev yek siyaseta dûrxistina jinan ji aborî û kertên giştî yên civakê ye.
Medya Îranê têkildarî dûrxistina karmendên jin ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji kerta aborî û bazaran raporek belav kir.
Hate diyarkirin ku, di nava salekê de nêzîkî 200 hezar jin karên xwe ji dest dane ku hejmara afirandina derfetên kar ji bo jinan li gorî sala borî nêzîkî 195 hezar kesî kêm bûye, tenê nêzîkî çar hezar û 600 kes li pey kar digerin.
Her wiha hate destnîşankirin ku herî zêde kêmbûna damezrandina jinan di kerta xizmetguzarî û pîşesaziyê de hatiye qeyd kirin, ev her du kert di salên borî de wekî girîngtirîn cihên damezrandina jinan dihatin hesibandin.
Li gorî raporê rêjeya beşdariya aborî ya watedar a welat ji sala 2015’an ve bi sedan 40.6 daketiye ku ev di di nava deh salên borî de asta herî nizme.
Di heman demê de pisporên aborî û çalakvanên mafên jinan pêşbînî dikin ku ev herikîn ne tenê guhertineke hejmarî ye, her wiha weke curek yê siyaseta dûrxistina jinan di bazara kare, aborî û qada giştî ya civakê were dîtin. Siyasetek ku hebûna jinan sînordar dike, ne bi rêya qanûnê, lê bi rêya ji navbirina derfetan û ne ewlehiya bazara kar tê kirin.







