Di girtîgeha Evînê de krîza tenduristiyê

  • 12:58 3 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Raporên dawî yên ji girtîgeha Evînê ya Îranê, eşkere dikin ku binpêkirinên mafên girtiyan zêde dibin Ji ber xerabûna serşokan, belavbûna kêzikan û firotina xwarinên kartû, germahiya havînê rewşa girtiyan gelek xirab e.
 
Fikarên li ser rewşa girtiyan di çend girtîgehan de zêde dibin. Raporên dawî binpêkirinên li dijî mafên wan ên bingehîn eşkere dikin; ji nebûna xizmetên tenduristiyê yên guncav bigre heya îhmalkirina bi zanebûn di dabînkirina hewcedariyên wan ên rojane de nîşan didin.
 
Di germahiya havînê de şert û mercên dijwar
 
Rewşa tenduristiyê di beşa 7’an a girtîgeha Evînê de bi rengekî berbiçav xirab bûye, ji ber ku girtî ji ber serşokên xirabûyî û bêparkirina ji şûştinê bi hefteyan bizar in. Her wiha kêçên nivînan û kêzikên zerardar belav bûne, asta dezgehên bingehîn daketiye û tiştên dema wan derbasbûyî tên firotin. Ev yek bûye sedem ku mercên girtinê di nava tîn û germahiya havînê de pir dijwar bibin û fikarên li ser tenduristiya girtiyan zêde bibin.
 
Çavkaniyên mafên mirovan dan zanîn ku xerabûna serşokan di hinek holan de rê li ber girtiyan girtiye ku zêdetirî du hefteyan nikaribin xwe bişon. Tevî ku rayedar ji vê pirsgirêkê agahdar in jî tu gavên bi bandor ji bo çareserkirina van xerabûnan an jî bersivdayîna daxwazên dubare yên girtiyan nehatine avêtin.
 
Kêzik belav bûne û nexweşiyên çerm zêde dibin
 
Li gorî agahiyên ku girtiyan dane, berdewambûna vê rewşê di rojên germ ên havînê de, ji bilî ku jiyana rojane zehmet dike, tenduristiya wan a fizîkî jî bi rengekî xeternak dixe bin metirsiyê. Li gel serşokên xerabûyî û pergala kanalîzasyonê ya xirab, kêçên nivînan û kêzikên din bi berfirehî di beşa heftan de belav bûne. Girtî dibêjin ku dermannekirina birêkûpêk a li dijî kêzikan û îhmalkirina paqijiya jîngehê bûye sedema zêdebûna bilez a van kêzikan.
 
Li gorî çavkaniyan, pêvedana berdewam a kêçên nivînan bûye sedema birîn, enfeksiyon, xwir û pirsgirêkên çerm li cem gelek girtiyan ku ev yek mercên jiyana wan dijwartir dike.
 
Kelûpelên dema wan derbasbûyî bi bihayê giran tên firotin
 
Rapor her wiha balê dikşînin ser pirsgirêkên li kantîna girtîgehê; li gorî girtiyan, kantîn tenê hefteyê carekê kelûpelan difroşe û hinek berhemên ku tên pêşkêşkirin dema wan derbas bûye. Girtî dibêjin ku ev kelûpel bi bihayên ji normalê bilindtir tên firotin. Her wiha gihîştina sînordar a materyalên paqijiya kesane re pirsgirêkên ku ji ber kêmasî û nebûna dezgehên bingehîn derketine, girantir kiriye.
 
Çalakvanên mafên mirovan hişyarî dan ku xirabûna berdewam a rewşa serşokan, xirabûna tendirustiyê û nebûna lênihêrîna bi bandor, hemû faktor in ku tenduristiya girtiyan dixin metirsiyê. Her wiha tekez dikin ku dabînkirina kêmtirîn pîvanên tenduristî û bijîşkî berpirsiyariyeke qanûnî û mirovî ye, dikeve ser milên rêveberiyên girtîgehan û îhmalkirina van erkan dibe ku bibe sedema encamên giran li ser girtiyan.
 
Qanûnên navxweyî û navdewletî tên binpêkirin
 
Li gorî qanûnên Îranê, di nav de rêziknameyên rêveberinê yên Rêxistina Girtîgehan, berpirsiyar mecbûr in ku dezgehên tenduristiyê, paqijî û xizmetên bijîşkî dabîn bikin û tenduristiya girtiyan biparêzin. Her wiha destûr û qanûna rêzgirtina li azadiya rewa û parastina mafên welatiyan tekezî li ser parastina rûmet û mafên kesên girtî dikin.
 
Tevî vê yekê, raporên hatine weşandin ji girtîgehê nîşan didin ku bêparkirina demdirêj a ji şûştinê, derengketina di çareserkirina pirsgirêkên dezgehan de, belavbûna kêzikan û dabînkirina kelûpelên dema wan derbasbûyî, pirsgirêkên cidî li ser pabendbûna rayedaran bi van qanûnên navxweyî re derxistine holê.
 
Rayedar bêdeng in fikarên malbatan zêde dibin
 
Di demeke ku rapor nîşan didin rewşa tenduristiyê di beşa heftan a girtîgeha Evînê de xirab bûye, heya niha tu bersiveke fermî ji Rêxistina Girtîgehan an jî rayedarên dadwerî li ser van raporan nehatiye dayîn. Vê bêdengiyê fikarên malbatên girtiyan û rêxistinên mafên mirovan li ser tenduristî û rûmeta girtiyên di vê beşê de zêdetir kiriye.