Emîne Kaya ya tundî lê hat kirin tê tehdîdkirin

  • 09:04 6 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetinkaya
 
ÊLIH - Xwişka Emîne Kaya ku ji hevjînê xwe tundî dît, Sakîne Kaya diyar kir ku li nexweşxane û qerekolê jî tundiya li ser xwişka wê Emîne Kaya berdewam kiriye û hevjînê wê piştî qerekolê xwişka wê xistiye malê û nehiştiye kes pê re hevdîtinê bike.
 
Emîne Keya ya li Êlihê dijiya di rojên borî de ji aliyê hevjînê wê ve tundî lê hat kirin. Piştî ku xizmên wê agahî dan malbat çû malê û Emîne Kaya ji ser hişê xwe çuyî dîtin. Ekîbên hatin cihê bûyerê Emîne Kaya rakirin nexweşxanê. Xwişka wê Sakîne Kaya da zanîn ku piştî tundiyê ne nexweşxanê ne jî qerekolê têkoşîneke bi bandor nemeşandiye. Sakîne Kaya tundî û binpêkirina mafan ji ajansa me re vegot û got hêzên ewlehiyê zext li Emîne Kaya kirine.
 
‘Hevjînê wê tundî lê dikir’
 
Sakîne Kaya daxuyakirin ku piştî ku li xwişka wê tundî tê kirin ji ser hişê xwe diçe û got: “Di rojên borî de  saet li dora 12.30’an xwarziya min Berfîn got Emîne saeteke li erdê razaye û radikin lê ranabe. Li xwişka min Bermalê digerin. Bermal li min geriya.  Got hevjînê wê tundî lê kiriye. Ez çûm malê Emîne li erdê bû. Birayê min li ambulansê geriya. Li nexweşxanê 10 deqeyan tiştek nekirin. Ne MR hat kişandin ne jî mudaxaleyek din. Lê piştre MR kişandin. Piştre li birayên min geriyan gotin wê navê me derkeve wê namûsa me qirêj bibe. Lê di vir de xwişka min tundî dît. Yekane fikara wan ev bû namûsa wan zirarê bibîne”
 
‘Ez ji odeyê derxistim’
 
Sakîne Kaya bi lêv kir ku Emîne Kurdî diaxivî û dema îfadeyê de hewce bi wergervan dîtin lê destûr nedaye dayîn û wiha domand: “Beşîr û Yusuf (birayê min) digotin em serê bûyerê bigirin. Min ji Yusuf re got cihê me ji Beşîr re nebêjin. Polîsa hatin nexweşxanê Beşîr nehişt. Piştre em birin qerekolê. Lê em birin cihekî cuda. Polîs ji Emîneyê re got çi bûye. Emîneyê Tirkî nizanibû. Min xwest wergervaniya Emîneyê bikim.”
 
Ji polîs bersiva ‘em nikarin jinan biparêzin’
 
Sakîne Kaya wiha bi lêv kir: “Min xwest dîmenên telefonê nîşanê polîsan bidim. Dîmenên der barê ku li malê tiryak hatiye bikaranîn heye. Lê polîs bi vê re eleqeder nebûn. Ez ji odeyê derxistim. Vê carê Yusuf girtin hundir. Min îtîraz kir. Lê polîs got tu nikarî karê min nîşanê min bidî. Piştre polîsan Beşîr û Yusuf girtin hundir. Texmîna min ev e ku li wir zext li Emîneyê kirin û gotin zarokên te nene, kes xwedî li te dernakeve, wê namûsa me qirêj bibe.  Polîsan jî piştgirî dan van gotinan û gotin em nikarin jinan biparêzin.”
 
‘Di encama zextê de Emîneyê gilî nekir’
 
Sakîne Kaya wiha dawî li axaftina xwe anî. “Tevî qeydên tiryakê yên zavayê bi polîsan re hebûn tu tiştek nehat kirin. Piştî saetekê şûnde îfade bidawî bû. Yusuf û Beşîr kêfxweş bûn. Tevî hewldanên me tevî me dîmenên ku li malê tiryak hatiye bikaranîn nîşan dan jî tu titşek nehat kirin.  Xwişka min bi tehîdan li malê ma. Hevjînê wê derî li ser xwişka min girt. Tundî lê kir. Tehdîd lê kir. Emîne ji nû ve çû mala xwe. Ez pê re bi telefonê axivîm. Got çavên wê li rê ye.  Got ji ber neçariyê raviyaye. Her wiha got Beşîr ji nûve tiryakê bikar tîne.”