Li Mûşê hevdîtinên gel: Divê em hêza bikin yek

  • 09:05 12 Tîrmeh 2026
  • Rojane
MÛŞ - Welatiyên di hevdîtina gel a li Mûşê pêk hat de xivî û diyar kirin ku aştî ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas dibe û gotin: “Me her tişt kir dora dewletê ye. Divê dewlet gavê bavêje. Divê em hêza xwe bikin yek. Serokê me azad be wê aştî jî pêk bê.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşmeya "Em bi gel re aştiyê ava dikin" li navçeyê Kop, Gimgim û li gundê Piyonk û Tacî ya Mûşê hevdîtinên gel pêk anîn û di civînan de banga mayîndekirina pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" hat kirin. Her wiha hat xwestin ku ji bo aştiyê dewlet gavên şênber bavêje û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.
 
Welatiyên tevlî hevdîtinê bûn der barê daxwaz û pêşniyarên xwe de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
 
‘Divê em xwedî li pêvajoyê derkevin’
 
Welatiya bi navê Şîlan a li gundê Taçî ya Gimgimê tevli nobeta kon bû got divê gel xwedî li aştiyê derkevin. 
 
Fîlîz Gokduman jî wiha got: “Jin kirdeya jiyanê ne. Divê zêdetir xwedî li aştiyê derkevin. Em topyekun xwedî li aştiyê derkevin em ê bigihêjin serkeftinê. Divê gelê Kurd, Tirk û yên din bi hev re xwedî li pêvajoyê derkevin. Gava ewil divê ji girtiyên nexweş dest pê bike. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Gelek girtî tevî ceza temam kirine nayên berdan. Divê dewlet gavê bavêje. Niha dora dewletê ye. Divê piştgiriyê bide aştiyê. Divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pêk bê. Azadiya Abdullah Ocalan girîng e. Daxwaza herî mezin a gelê Kurd ev e.”
 
‘Divê berpirsyariya xwe bînin cih’
 
Welatiya bi navê Elîf Hurustan ya ji Ocaxa Bava Mansur a Gimgimê jî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Abdullah Ocalan û PKK’ê hemû berpirsyarî aniye cih û niha dora dewletê ye ku divê demildest gavê bavêje. Elîf Hurustan wiha daxuyand: “Divê demildest azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Divê gavek şênber bê avêtin. Fikarên me ji ber vê hene. Bêguman ev saleke pêşketin heye. Bila girtî bên berdan. Bila azad bin.”
 
‘Em wekhevî  û aştiyê dixwazin’
 
Seher Naz Kirmizi jî bi lêv kir ku divê dayik êdî rondikan nebarînin û dewlet gavê bavêje û wiha anî ziman: “Bila dayik negirîn. Em hemû xwişk û birane. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Bila serokê me azad be. Bila kes nemire.”
 
Şefîka Aydin jî nêrînên xwe anî ziman û wiha daxuyand: “Tevî ku pêvajo saleke didome dewletê tu gav navêjtiye. Daxwaza me aştiye û divê deriyên zindanan bên vekirin. Bila ev zilm bidawî be. Em jin, mêr, ciwan û kal û pîr li pey aştiyê ne. Divê em zimanê xwe nasnameya xwe biparêzin û hêza xwe bikin yek.
 
Sabîha Olmez jî destnîşan kir ku ew aştî û azadiyê dixwazin û wiha got: “Em azadiya serokê xwe dixwazin. Ger serokê me azad bibe wê edalet jî pêk bê. Bila girtiyên nexweş jî berdin. Em naxwazin zarokên me di zindanan de bimirin. Em aştî, edalet û azadiya serokê xwe dixwazin.”