Di doza Gulistan Doku de hejmara girtiyan derket 16'an

  • 09:58 25 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
AMED - Handan Sonel, ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibû binçavkirin û girtin, şandin Girtîgeha Erziromê.
 
Handan Sonel, hevjîna Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibû binçavkirin û piştî lêpirsîna Dadgeha Sulhê bi tohmeta "tunekirina delîlan" hatibû girtin, şandin Girtîgeha Erziromê.
 
Bi vê girtinê re, hejmara giştî ya girtiyên di dozê de gihîştiye 16'an.
 
Cerdevanê gund Yilmaz Arslan ku anîn dadgehê, piştî îfadeya xwe ya li dozger, di bin çavdêriya dadwerî de serbest hate berdan.
 
Îfadeya kesên ku di bin çavan de ne berdewam dike.