Platforma Şiyar Be: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

  • 15:14 25 Tîrmeh 2026
  • Rojane
WAN - Platforma Şiyar Be li Wanê dijî hişbirê çalakî li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hişbir ne tenê pirsgrêkek takekesî ye; êrişeke sîstematîk e li ser siberoja bajêr, ciwanan û aramiya civakî ye û banga xebateke hevbeş li dînamîkên bajêr hate kirin.
 
Platforma Şiyar Be ku li dijî tiryak û hişbirê têkoşînê dimeşîne, li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de lolîpopên li ser “Jiyan xweş e şiyar be”, “Em heta dawiyê bi hev re ne” û gelekên din hatin rakirin û dirûşma “Berxwedan jiyan e” hate berzkirin. Tevî nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedaran, gelek welatiyên taxê jî tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘Hişbir li ser siberoja bajêr êrişeke sîstematîk e’
 
Hevberdevka platformê Rûken Kiliç ku metna daxuyaniyê xwend, da zanîn ku wan serdana şêniyên taxa Xaçortê kirine û dîtine ku welatî beriya dewlet û saziyan ketine tevgerê. Rûken Kiliç anî ziman ku gelê Xaçortê li dijî zêdebûna karanîna hişbirê, daketina temenê destpêkirina madeyan û ketina bazirganên jehrê ya heta nava taxan, dibêj ‘Êdî bes e’ û wiha got: “Em vê sekna birûmet silav dikin û bi raya giştî re parve dikin ku em li cem wan in. Hişbir ne tenê pirsgrêkek takekesî ye; êrişeke sîstematîk e li ser siberoja bajêr, ciwanên me û aramiya civakî ye. Ji ber vê yekê, li ber ku em têkoşînê di qadek teng de bihêlin, mecbûrî ye ku em hemû dînamikên bajêr tev li vê têkoşînê bikin.”
 
‘Xaçort ne bi tenê ye’
 
Rûken Kiliç anî ziman ku hemû saziyên civakî yên sivîl, komele, platformên jin û ciwanan ên li Wanê, hêzên ewlehiyê vedixwînin ku berpirsiyaritiyê hildin. Rûken Kiliç bi domdarî wiha got: “Di serî de Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, hemû rêveberên herêmî û burokratan, partiyên siyasî û nûnerên gel vedixwînin ku xeteke têkoşînê ya hevpar û biryardar ava bikin. Li dijî firoşkarên hişbirê û yên ku vê bazirganiyê organîze dikin divê polîtîkayeke bêtolerans bê sepandin, nobedên gel ên li taxan ji aliyê saziyên fermî ve bên piştgirîkirin, xebatên perwerdehiya pêşîlêgirtinê û rehabîlîtasyonê bi lezgînî bên zêdekirin. Divê li her taxê nimûneyên hişyariyê û piştevaniyê yên dişibin vê bên zêdekirin. Wekî Platforma Şiyar Be, em amade ne ku ji bo vê hişyariya ku li Taxa Xaçortê dest pê kiriye li tevahiya Wanê belav bikin, tiştê ku dikeve ser milê me bikin. Ev tax ne bi tenê ye, Wan ne bi tenê ye.”
 
‘Em ê parastina xwe bikin’
 
Piştre Ayten Sargol ku yek ji şêniyên taxê ye, axivî û da zanîn ku ew têkoşîna li dijî hişbirê ne tenê ji bo taxa xwe, ji bo mirovahiyê dikin. Ayten Sargol diyar kir ku ew êdî nahêlin li taxa wan madeyên hişbirê bên firotin û wiha got: “Çima polîsan pankarta me ya li dijî hişbirê daxist? Em tiştekî xirab nakin, hûn jî divê alîkariya me bikin. Hûn weke polîs wan kesên karê hişbirê dikin yek û yek nas dikin, çima hûn wan kesan nagirin? Ev gel nezan û kor nîn e, em her tiştî dibînin. Me berê jî alikarî ji we xwest, lê we baştir nekir xirabtir kir. Lewma êdî em bi xwe dê dest biavêjin vê meseleyê. Em ê taxa xwe jî û zarokên xwe jî biparêzin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.