Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

  • 17:58 2 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê piştî hevdîtina 3 saetan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk aniye ji Girava Îmraliyê vegeriya.
 
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê îro ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne çûbû Girava Îmraliyê. Heyetê piştî hevdîtina 3 saetan, ji Îmraliyê vegeriya.
 
Hate diyarkirin ku sibê der barê hevdîtinê de wê daxuyanî bê dayîn.