Li Dêrsimê agir bi daristanê ket

  • 16:17 5 Tebax 2026
  • Rojane
DÊRSIM - Li herêma daristanî ya di navbera gundên Sorpiyan û Karyemezê yên li navçeya navendî ya Dêrsimê de, agir bi daristanê ket.
 
Li herêma daristanî ya di navbera gundên Sorpiyan û Karyemezê yên li navenda Dêrsimê de, ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket. Tîmên agirkuj ji bo mudaxelekirina şewata ku nêzîkî nîvro dest pê kiribû û ji ber bayê zû belav bû, sewqî herêmê hatin kirin.
 
Hewldanên ji bo vemirandina agir berdewam dikin.