'Yek ji hêzên ku çareseriyê biafirîne jin in’
- 09:05 9 Tebax 2026
- Rojane
Nazlican Nûjin Yildiz
ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Îzmîrê parêzer Turkan Aslan Agaç derbarê Qanûna Çarçoveyî de nirxandin kir û got: “Ev Qanûna Çarçoveyî kengê bikeve jiyanê em ê terza demokratîkbûn û pratîkbûna wê bibînin.”
Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, di çarçoveya pêvajoyê de pêşnûme qanûna "Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di 5’ê Tebaxê de pêşkêşî meclîsê hat kirin. Piştî vê pêşnîmeya ‘Qanûna Çarçoveyî’ ya 12 salî ji îmzeya parlamenteran re hat vekirin û bi rayagiştî re hat parvekirin. Pêşnûme di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hat nîqaşkirin. Tê payîn ku roja duşemê bê Lijneya Giştî ya Meclîsê.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) parêzer Turkan Aslan Agaç der barê mijarê de axivî.
Turkan Aslan Agaç da zanîn ku pêşnûme qanûna der barê "Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî" di alî dîroka Tirkiyeyê de gavek ewilde û wiha got: “50 sale li Tirkiyeyê pêvajoya pevçûnê hebû. Êşên mezin hatin kişandin. Lê bi banga dîrokî ya 27’ê Sibata 2025’an a Birêz Ocalan re pêvajo hat astek nû. Ev pêşnûme qanûn bi rayagiştî re hat parvekirin. Ev pêşnûme qanûnek girîngî û zemîna siyasî û hiqûqî pêşkêş dike.”
‘Ev destpêke’
Turkan Aslan Agaç bi lêv kir ku nîqaşên Qanûna Çarçoveyî demek dirêje tê kirin û got ew dipên ku ev di çareseriya prisgirêka Kurd de bibe qanûna ku çareserî û aştiyê esas digire. Turkan Aslan Agaç wiha domand: “Li holê her çiqas sererastkirineke înfazê ya teknîk dihewîne, wek qanûnek teknîkî bê dîtin jî, teşeyê sererastkirina qanûna çarçoveyî, bi xalên xwe di esasê de destpêka vê qanûnê îfade dike. Divê qanûnên ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd esas digire wek rêze reformê bên kirin. Ji ber vê jî ev destpêke û wek gavek qanûnî pêşwazîkirin pêkan e.”
Gava ewil a rêya hezar kîlometreyî
Turkan Aslan Agaç di berdewamiyê de destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşnûme qanûnên wek gava ewil a rêya hezar kîlometreyî binav dike û wiha dirêjî dayê: “Qanûna çarçoveyî wek destpêk îfade dike. Di vî alî de bi nirx e. Lê girîng e ku em bînin ziman ku qanûna çarçoveyî ji bendewariyên raygiştî hinek dûr e. Ji ber aliyek pêvajoyê wek ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi nav dike, aliyê din jî wek Tirkiyeya bê teror binav dike. Têgehên di ziman de tên bikaranîn zîhniyet û ferasetê îfade dike. Vê bandor li qanûna çarçoveyî jî kiriye. Metna pêşnûme qanûnê xwedî nêrîneke ewlehîkare. Ji lijneya welehiya netewî bigirin heta wezareta karê hundir û yekîneyên din yên ewlehiyê; der barê tespîtkirina van de sererastkirin mijara gotinê ne. Di vî alî de qanûn hinek pirsgirêkan dihewîne. Di mînakên cîhanê de ji saziyên bêalî lijne tê avakirin. Ji ber vê jî ji aliyê saziyên serbixwe ve şopandin wê hîn bêtir li zemîna hiqûqî bida rûniştindin.”
‘Jin dê bibin kirdeya pêvajoyê'
Tulay Aslan Agaç di berdewamiyê de pêvajoyên kontrolê yên 5 û 10 salan yên di pêşnûme qanûnê de cih digirin jî nirxan dû da zanîn ku ev dem pir dirêjin û di nava xwe de rîskan dihewîne û got: “Di alî mekanîzmaya kontrolê de jî ji kêfiyetê re vekiriye. Divê dem hîn kurt bên girtin. Ev pêvajo berpirsyariyê li gel bar dike. Divê em xwe rêxistin bikin, têbikoşin. Em qanûnê çiqas berfireh bikin wê evqas aştî mayînde bibe. Ev Qanûna Çaroveyî kengê bikeve jiyanê em ê terza demokratîkbûn û pratîkbûna wê bibînin. Yek ji hêzên ku çareseriyê biafirîne jin in. Divê jin tevli pêvajoyên çareseriyê bibin û bibin kirdeya pêvajoyê.”







