Têkoşîna edaletê ya malbatan
- 09:05 13 Tebax 2026
- Rojane
STENBOL - Di qetilkirinên bi guman ên jinan de daraz û hêzên ewlehiyê yên gumanbaran diparêzin li pêş lêgerîna edaletê ya malbatan dibin asteng. Dewlet bi polîtÎkaya parastin û bêcezahiştinê pêşî li qetilkirina jinan vedike.
Dewlet li şûna gumanbaran ceza bike, delîlan kom bike û jinan biparêze, polîtîkayên bêcezahiştinê dike dewrê û qetilkirina jinan giran dike. Sedef Fuler, Eda Kuçukbaltacai û Mekiye Akyel ku hîna cenazeya wê nehatiye dîtin. Malbatên wan lêgerîna edaletê bi Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin re dimeşîne.
Xwişka Mekiye Akyel ya ji 17’ê Cotmeha 2024’an de li navçeya Hawêl a Sêrtê agahî jê nayê girtin, Halîme Pilgir da zanîn ku divê gumanbar bên cezakirin û got Mekiye Akyel ji aliyê Îsa Guç û malbata wî ve hatiye qetilkirin û got: “Mekiye kuştin. Me digot Mekiye winda ye. Ji min re got ‘xwişka min ez ê ji bo xwe biryara parastinê bidim girtin.’ Piştî winda bû ez derketim weşanên zindî. Lê Mekiye kuştine û di tenûrê de şewitandine.”
‘Divê gumanbar bên cezakirin’
Halîme Pîlgîr daxuyakirin ku daraz gumanbaran diparêze û wiha domand: “Ez ji bo hemû kujeran dibêjim. Bila bi awayekî herî giran bên cezakirin. Ancax bi vî awayî em dikarin pêşî lê bigirin. An jî wê her roj jinek bê qetilkirin. Min gelek tehdîd girtin. Dibe ku tiştek bê serê me. Biryara durxistinê heye lê têrî tiştekî nayê kirin. Ev bîrana me ye, me cenazeya xwişka xwe hîna nedîtiye. Qe nebe bila gorek wê hebe.”
‘Gumanbar hatin berdan’
Sedef Guler di hezîrana 2024’an de li Buyukçekmece ya Stenbolê qetilkirî hat dîtin. Der barê gumanbar Yavuz Gunor de cezayê muabetê hat birîn. Der barê gumanbarê din Firat Baykara de jî 18 sal ceza hat birîn. Li gumanbar Yîgît Huseyîn Ayvalik de jî biryara darizandin û tevkîfê hat dayîn. Her wiha der barê keça gumanbar Yavuz Gundor, Hande Yagmur Gongur û hevala wê Dîlara Gunde jî biryara tespîtkirina ku di dosyayê de cih digirin hat girtin.
‘Ez banga piştevaniyê li hemû kesî dikim’
Dayika Sedef Guler, Guler Sezer jî da zanîn ku piştî qetilkirinê delîl hatine reşkirin û qeydên kamera û otopsiyê hatine veşartin û got: “Ev ji serî de çima nehatin darizandin? Yên keça min derbkirin, baronên tiryakê bav û keça xwe bûn. Ew keç serbestin bi rehetî derketin derveyê welat. We çima berda. Dosya valaye. Dîmenên kamereyê yên 4 deqeyan hene. Divan dîmenan de çima vîdeoya otopsiyê tuneye. Ez diçim edliyeyê CD’yê Krîmînalê şandine valane. Em bêyî ku şîna xwe bigirin ketin pey edaletê. Gelo ew dadgeh ji bo zilmê li me bikin hatine avakirin. Li salonên dadgeha li şûna kujeran jin û malbatên wan tên darizandin. Ez banga piştevaniyê li hemû rêxistinên jinan û rayagiştî dikim.
Qetilkirina Eda Kuçukbaltacilar
Eda Kuçukbaltacilar di 2021’ê de li navçeya Esenler li mala bavê xwe bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku întîxar kiriye lê malbata wê diyar kir ku ji aliyê hevalê wê yê mêr ve hatiye qetilkirin. Dayika Eda Kuçukbaltacilar, Nurhayat Kuçukbaltacilar da zanîn ku beriya mirina wê keça wê peyameke bi deng ku tiştek bê bê ew ne întîxare şandiye û wiha bi lêv kir: “Gumanbarê wê Ebubekîr Mutlu tevî vê vîdeoyê hat berdan. Di otopsiyê de saeta mirina wê jî nayê zanîn. Sê sale telefon nayê lêkolînkirin. Gumanbaran beriya ku cîran biçin hemû delîl tunekirin. Piştî keça min jiyana xwe ji dest da peyamên telefonê hatine xwendin. Lê tevî telefon nehat lêkolînkirin.
Nurhayat Kuçukbaltaci daxuyakirin ku divê li dijî polîtîkayên dijminê jinê qanûn bi bandor pêk bên û divê qanûna 6284 bi bandor pêk bê.
Doza Aysun Yildirim
Aysun Yildirim di 28’ê sibata 2018’an de li Esenyurtê li cihê kargeriyê ji katê 3’yemîn de bi guman ket û jiyana xwe ji dset da. Îfadeya xwediyê kargeriyê Ozan T. û gumanbarên din yên dema bûyerê li wir bûn bi nakok bûn. Di nav neynukên gumanbaran de mînakên DNA’ya Aysun Yildirim hebûn. Tevî delîlan dozgeriyê got întîxare û biryara neşopandinê.
Dayika Aysun Yildirim, Husniye Yildirim da zanîn ku ew demek dirêj tenê mane û KCDP’ê piştgirî dane wan û got : “Lêpirsînek bi bandor nehat meşandin. Edalet bi alî pêk hat. Her tim li alî gumanbaran bûn. Dozger ez redkirim. Min xwest ji bo vê DNA’yê biaxivim lê hatim redkirin. Ez gotina întîxarê qebûl nakim. Destê me de delîl hene. DNA heye. îfadeyên gumanbaran bi nakokin. Bila jinên din nemirin. Bila qanûn pêk bên.”







