‘Jiyana ti jinekê divê nebe hejmarek di nava bîlançoyan de’
- 16:15 16 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafê jinan Şede Beşîr li ser berdewambûna qetilkirina jinan ya li Herêma Kurdistanê rexne li aliyên peywendîdar kir û ji bo rawestandina qetlên jinan banga hevdengiyê kir.
Têkildarî zêdebûna asta diyardebûna qetlên jinan ên li Herêma Kurdistanê, çalakvana mafê jinan Şede Beşîr li ser rûpela xwe ya fermî ya facebook’ê, bangawaziyek belav kir.
Çalakvan Şede Beşîr ragihand ku bîlançoyên ne fermî û nûçeyên rojane yên qetlên jinan ên li Herêma Kurdistanê, cihê fikar û mixabiniyê ye û got: “Ji wê bi êştir nebûna helwest û nebûna xebatek ciddî ya aliyên peywendîdare. Ji bo wê pêwîst û erkê her mirovekî jiyandost û wekhevî xwaze ku zextek ciddî li ser aliyên peywendîdar çêbike.”
Şede Beşîr diyar kir ku divê bi hev re sînorên cudahiyên xwe derbas bikin û lihevkirinekê ava bikin, da ku bikaribin dawî li vê rewşa kujer a li ser jinan bînin. Şede Beşîr: “Divê em bi hev re beşdarî avakirina raya giştî û zextek cidî bibin. Ji bo qetilkirina jinan û nûçeyên rojane yên qetilkirina wan ne tenê bibe mijarek çapemenî û torên medya dijîtal û piştî çend rojan werin ji bîr kirin.”
Çalakvana mafên jinan Şede Beşîr tekez kir ku pêwîstiya me bi dengê her kesî heye, çalakvan, rojnamevan, hunermend, rêxistinên jinan, civaka sivîl, mafên mirovan, kesên bi bandor ên civakî û hemû ew kesên ku bawer dikin ku jiyana ti jinek nabe tenê bibe hejmarek di nava bîlançoyan de.
Wê destnîşan kir ku tenê bi lihevkirin û yekdengiyê dikarin zextekê cidî ava bikin: “Bila dengê me bibe yek daku em jiyanê biparêzin.”
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2002’yan de Parlemantoya Herêma Kurdistanê, Yasaya Cezayê ya Iraqê ya jimare 111 ya sala 1969’an guhert û li gorî vê guhertinê, qetilkirina bi hinceta ‘namûsê’ wekî her kuştineke bi zanebûn tê hesibandin û kujer ji sivikkirina cezayê sûdê wernagire. Kujer dikare bi girtina cezayê hetahetayê yan jî di hinek rewşan de û li gorî biryara dadgehê, bi cezayê darvekirinê bê cezakirin.
Lê sedemên sereke yên berdewamî û zêdebûna qetilkirina jinan, hebûna destwerdana hizbî û siyasî ya di desthilata dadwerî û saziyên yasayî de ye. Yasa li şûna ku parastina jinan bikin, di bin bandora nakokî û berjewendiyên hizbî û êşîrî de tên paşguhkirin.
Li gorî bîlançoya Rojnewsê komkirî, di heft mehên destpêkê yên îsal de li Başûrê Kurdistanê 39 jin bûne qurbanî ku 16 ji wan hatine qetilkirin û 23 ji wan jî bi şêwazekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.







