Dosyaya Gulîstan Doku: Mufetîş daxwaza agahiyên derbarê dosyayê de kir
- 10:44 1 Îlon 2026
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Derket holê ku mufetîşê karûbarên giştî yê ku derbarê doza Gulîstan Doku de daxwaznameyeke fermî ji Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê re şandibû, gelek agahî û belge daxwaz kirine ku di nav wan de qeydên deng û dîmen, raporên pisporan, analîza telefona Rojwelat Kizmaz û qeydên danûstandinên pere hene.
Me nivîsa ku ji aliyê mufetîşê karûbarên giştî yê Wezareta Karên Hundir ve derbarê doza Gulîstan Doku ya ku di şert û mercên gumanbar de winda bûbû ji Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê re hatibû şandin bi dest xist. Di nameyê de tê xwestin ku gelek agahî û belgeyên di dosyeya lêpirsînê de cih digirin, ji bo mufetîşatiyê bên şandin. Balkêş e ku mufetîşê ku tê zanîn têkiliyeke wî ya nêzîk bi Tuncay Sonel re hey hemû hûrgiliyên dozê ji dozgeriyê xwestine. Di nav daxwazan de agahî û belgeyên têkildarî lêkolîna telefona mobîl a Mustafa Turkay Sonel ê girtî jî hebûn.
Herwiha di daxwznameyê de derbarê kesên ku di çarçoveya doza Gulîstan Doku de hatine girtin jî agahî û belge hatine xwestin. Daxwazeke din a balkêş jî têkildarî wê koma pisporan bû ku tê gotin ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye avakirin û ji bo piştgiriya lêpirsînê şandine Dêrsimê. Herwiha mufetîş xwest ku her cûre rapor, girtekên fermî, belge, agahî û qeydên ku dibe vê komê pêşkêşî dosyeya lêpirsînê kiribin, bên şandin.
Bi rêzdarê em daxwaz dikin ku ew raporên agahdariyê yên nûjenkirîku ji aliyê yekîneyên têkildar û xwedî-desthilat ve hatine amadekirin û bi armanca agahdarkirina hem raya giştî û hem jî rayedarên têkildar radestî Ofîsa Serdozgeriya Komarê ya we hatine kirin û piştre jî li dosyeya dozê hatine zêdekirinheta dawiya dema kar a roja 30'ê Nîsana 2026'an, ji bo navnîşana mufetîşxaneya min bên şandin.










