Li Amedê meşa 1'ê Îlonê
- 18:55 1 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo 1'ê Îlonê li Amedê meşekê li dar dixe.
Platforma Ked û Demokrasiyê di 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de, ji ber Navenda Bajêr a Bayramoglu ya li navçeya Rezanê heta ber AZC Plaza ya Ofîsa li navçeya Yenîşehîrê meşekê li dar dixe. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tulay Hatimogullari, Tevgera Jinên Azad (TJA), pêkhateyên platformê, Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî meşê dibin.
Hûrgiliyên din dê piştre werin…










