'Azadiya Ocalan şertê aştiya rastyeqîn e'

  • 10:01 14 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Jinên ku beşdarî çalakiyên bibîranînê yên li Stenbolê bûn, diyar kirin ku aştiya mayinde tenê bi riya azadiya Abdullah Ocalan û berdana hemû girtiyan pêkan e û gotin: "Divê em banga dayikan a ji bo aştiyê esal bigirin û ji bo parastina vê pêvajoyê bi hev re têkoşînê bidin."
 
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo kesên ku di dem û li cihên cuda di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, bernameyên bibîranînê hatin lidarxistin. Ev çalakî bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) hatin organîzekirin û beşdariyeke girseyî ya gel tê de çêbû. Jinên ku di van çalakiyan de axivîn, diyar kirin ku gelê Kurd bi rêzgirtina li şehîdên xwe, careke din îradeya xwe nîşanî hemû cîhanê daye û derbarê rêya aştiyê ya ku ji aliyê gerîlayan ve hatiye vekirin de jî gotin: "Em li pişt Rêberê xwe ne; em baweriya xwe bi rêberê xwe  tînin."
 
"Heke Rêberê me azad bibe, wê demê aştiya rastyeqîn dê bê"
 
Makbule Yılmaz, di çarçoveya bibîranîna kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane de, destnîşan kir ku gelê Kurd bi van çalakiyan rêzê li şehîdên xwe digire. Makbûle Yılmaz bang li dayikan kir ku di têkoşîna aştiyê de hêza xwe bikin yek û tekez kir ku ji bo misogerkirina aştiya mayinde divê hemû girtî azadiya xwe bi dest bixin û wê wiha berdewam kir: "Bila êdî dayikên me girî nekin. Dem hatiye ku hemû dayik bibin yek û ji bo aştiyê têbikoşin. Li her du aliyan jî windahiyên mezin çêbûne. Em bi serbilindî li ber şehîdên xwe radiwestin. Em ê heta dawiyê daxwaza aştiyê bikin. Em li gorî gotinên Rêberê xwe tevdigerin. Rêberê me jî ji bo aştiyê têdikoşe. Em dixwazin deriyên hemû girtîgehan bên vekirin. Em dixwazin hemû girtî bi taybetî Abdullah Ocalanazadiya xwe bi dest bixin. Heke Serok azadiya xwe bi dest bixe, wê demê aştiya rastyeqîn ji bo me tê."
 
‘Divê em banga aştiyê ya dayikan esas bigirin’
 
Hevberdevka MEBYA-DER a Marmarayê Şukran Dîler, diyar kir ku wan di meha borî de li Stenbolê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane çalakiyên bibîranîn û sersaxiyê li dar xistine û da zanîn ku malbat tevî xemgîniya xwe jî van bîranînan didomînin. Diler bal kişand ser pêwîstiya pejirandina peyama aştiyê ya malbatên şehîdan û meşandina têkoşîneke li ser wê bingehê û got: “Dema em bi malbatên şehîdan re diaxivin, ew vê peyamê didin: ‘Ez ji dayikbûna wan kesên ku di van şînan de tên bibîranîn poşman nînim; ez bi dayikbûna wan serbilind im. Werin em hemû bi hev re xwedî li aştiyê derkevin û bila Rêberê me azad bibe.’ Li gorî min, divê em gotinên van dayikan esas bigirn. Divê em ji bo vê yekê têkoşînê bimeşînin. Eger Rêberê me azadiya xwe bi dest bixe, ew ê ne tenê ji bo çar parçeyên Kurdistanê, lê ji bo tevahiya cîhanê têkoşîna aştiyê bidomîne.”
 
‘Azadiya Rêberê me şertê pêşîn ê aştiyê ye’
 
Fatma Yilmaz, ku yek ji ‘Dayikên Aştiyê’ ye, sersaxî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelê Kurdistanê û diyar kir ku ew ê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane bidomînin û dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin. FatmaYılmaz bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê demeke dirêj e li benda aştiyê ne û tekez kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina aştiyeke mayinde pêwîstiyeke bingehîn e. Fatma Yılmaz axaftina xwe wiha domand: “Heta em bijîn em ê van şehîdan ji bîr nekin. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Em ê dev ji bangawaziya aştiyê bernedin. Nêzîkî du salan e pêvajoyeke aştiyê dimeşe, lê hêj aştî pêk nehatiye. Dayikên li merasîma sersaxiyê li benda zarokên xwe bûn û digotin, ‘Aştî wê were, zarokên me wê vegerin malê.’ Em ê heta dawiyê têbikoşin. Em ê heta Rêberê me azad bibe, daxwaza aştiyê bikin. Dema Rêberê me azad bibe, dema ew were cem me û em hev bibînin –ew roj wê bibe roja ku em dayik bibêjin, ‘Aştî pêk hat.’”
 
‘Azadiya Ocalan, azadiya gelê Kurd e’
 
Ayşe Tarhan diyar kir ku ew piştevaniya ku gelê Kurd li hemberî êşên xwe di van merasîmên bîranînê de nîşan daye, ji bo wan cihê serbilindiyê ye. Ayşe Tarhan, gava destpêkê ya ku di destpêka pêvajoya nêzîkî du salan e didome, hatibû avêtin wekî gaveke bi hêvî pênase kir û diyar kir ku gihîştina pêvajoyê ya vê qonaxê bi saya kesên jiyana xwe ji dest dane pêk hatiye. Ayşe Tarhan got: “Li çar parçeyên Kurdistanê êşeke kûr heye. Lê belê, li hemberî vê êşê hesteke mezin a hevgirtinê jî heye  bi saya malbatan, pêvajoya ku didome û gelê Kurd. Em serbilind in. Pêvajo nêzîkî du salan berê dest pê kir û gavek hat avêtin. Ew gav ji bo me bû çavkaniya hêviyê. Divê em hemû bi hev re bin û xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Divê em li kêleka Birêz Abdullah Ocalan bin; azadiya wî, azadiya gelê Kurd e.”
 
Divê gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derkeve
 
Gulsum Çiftçî, bi tekezî li ser pêwîstiya parastina têkoşîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane rawestiya û diyar kir ku gelê Kurd dê ji doza xwe gavekê jî paşve neçe. Gulsum Çiftçi bal kişand ser wê yekê ku aştî ne tenê bi gotinan, lê bi têkoşîn û helwesteke yekgirtî pêkan e û anî ziman ku ji bo rêzgirtina li bîranîna şehîdan, têkoşîn dê li her derê berdewam bike. Gusum Çiftçi di berdewama axaftina xwe de got: "Gelek şehîdên me hene; em ê xwedî li mîrateya wan derkevin û qet wan ji bîr nekin. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim. Heta em dijîn, em ê ji vê dozê venegerin. Em li pişt şehîdên xwe û Rêber Apo ne. Eger em behsa wekhevi Kurd û Tirkan dikin, divê ew jî piştgiriyê bidin me. Di vê pêvajoyê de, divê ew jî aştiyê bixwazin û tevlî têkoşînê bibin. Zarokên me bi îradeya xwe ya azad çûn û biryarên xwe dan. Wan têkoşîn meşandin; hêvîdar im em ê bibin layiqê wan. Em ê dev ji dozê bernedin. Em ê têkoşîn û doza xwe li her derê bidomînin."
 
Em li ser rêya  ku wan vekiribû pêşve biçin’
 
Adalet Yuklu diyar kir ku gelê Kurd xwedî li têkoşîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane derdikeve û tekez kir ku îro bi dengekî bilindtir anîna ziman a daxwazên statûyê, hemwelatiya wekhev û bikaranîna zimanê zikmakî, encama wê têkoşînê ye ku wan kesan bi salan li çiyayan meşandine. Adalet Yuklu got: “Îro mijara statûyê tê nîqaşkirin. Eger Kurd daxwaza hemwelatiya wekhev û mafê zimanê zikmakî dikin, banga pêkanîna biryarên DMME'yê  dikin û dikarin rûnin, mijaran nîqaş bikin û danûstandinên dualî pêk bînin, ev hemû ji ber wê yekê ye ku em li pey wê rêyê diçin ku wan vekiribû. Ez bi awayekî xurt bawer dikim ku divê em spasdarê wan bin. Di dirêjahiya dîrokê de, gelê Kurd dê her dem deyndarê wan nirxan bimîne.”
 
‘Öcalan muxatabê rastyeqîn ê pêvajoyê ye’
 
Adalet Yuklu bal kişand ser wê yekê ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têgihiştina rast a pêvajoyê girîng e û got: “Kurd heta dawiyê radigihînin ku ‘Ocalan îradeya me temsîl dike.’ Birêz Ocalan îradeya me temsîl dike û gelê Kurd bi awayekî bi biryar girêdayî her nêrînekÎ ye ku wî pêşkêş kiriye. Gelek girîng e ku kesayetiya sereke ya vê mijarê derkeve pêş û bi awayekî şexsî rastiya Kurdan û pêvajoya ku berdewam dike, rave bike.  Kesê ku divê vê yekê bîne ziman Birêz Ocalan e ji ber ku ev rêyek e ku li ser bingeha felsefeya wî hatiye destpêkirin.  Daxwaza me ya sereke ew e ku biryarên DMME'yê demildest bên bicihanîn, mafê hêviyê were dayîn û statuya Birêz Abdullah Ocalan were naskirin. Em Kurd dixwazin ku ew azadiya xwe bi dest bixe û di civînên giştî de bi gel re were cem hev; li wir ew bikaribe bi awayekî rasterast nêrîna xwe, daxwaza xwe ya ji bo hemwelatiya wekhev û têkoşîna ji bo Tirkiyeyeke demokratîk rave bike."