Li Qamişloyê Yekitiya Xwendekaran xwepêşandan li dar xist

  • 13:19 14 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Xwendekaran li bajarê Qamişlo xwepêşandan  li dar xist û daxwaz kir zimanê kurdî qanûnî were naskirin.
 
Çalakî û xwepêşandan ji bo zimanê kurdî didomin, di vê çarçoveyê de Yekitiya Xwendekaran bi dirûşma `Ziman nasnameya me ye-li gorî qanûnên navneteweyî perwerdeya bi zimanê dayîkê ji mafê me ye` xwepêşandan organîze kir.
 
Xwepêşandan ji çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir, di xwepêşandanê de pankartên li ser hatibû nivîsandin "Xwedê ez Kurd anîm dunyayê û ji mafê mine ez bi zimanê xwe baxivim", "Ez bi kurdî dijîm", "Ez dixwazim bi zimanê xwe bixwînim", "Nirxê insan di zimanê wan de ye" û "Heyanî Kurd bi zimanê xwe ne axivin û ne nivisîn, azadiya wan nayê parastin" berz kir.
 
Beşdarên xwepêşandanê ji ANHA`ê re axivîn û gotin heyanî ew bigihîjin mafên xwe ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
 
Hêlîn Kamîran Mihemed got: "3`ê saet têra me nake, kurdî zimanê me yê dayîkê ye, bê ziman jiyan nabe, em dixwazin bi zimanê xwe bixwînin."
 
Mehmûd Amir Îsmaîl jî got: "Em îro derketin xwepêşandanê ji bo daxwaza zimanê xwe bikin, ev bûye 7 sal ez bi zimanê kurdî dixwînim, nabe ku zimanê kurdî rakin, zimanê kurdî hebûna me ye û 3`ê saet têra ma nake."
 
Fatma Yûsif got: "Heyanî zimanê me qanûnî were naskirin û têkeve destûrê Sûriyeyê em ê li qadan bin, ji mafê me ye em bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin."
 
Rûheyv Mehmûd got: "Ji refê yekemîn heyanî refa heştemîn me bi zimanê kurdî xwend, piştî ew qasî sal dixwazin zimanê me qedexe bikin, em vê yekê qebûlnakin, ziman nasnameya me ye."
 
Mizgîn Esed got: "Me bi zimanê xwe dixwend û em dixwazin heyanî zanîngehê bi zimanê xwe bixwînin."