KNK ji bo temsîla Kurdan li Brukselê konferansê lidar dixe
- 09:42 15 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK ji bo temsîla Kurdan a li Neteweyên Yekbûyî di 3'ê Cotmehê de li Brukselê konferanseke navneteweyî lidar dixe û dixwaze nexşerêya dîplomatîk û helwesteke Kurdistanî ya hevpar diyar bike.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve hat sazkirin, Kurd ji derveyî pergala navneteweyî man û di van nêzîkî sed salên derbasbûyî de, li nav sînorên dewletên cuda di rewşeke siyasî û hiqûqî ya parçebûyî de man.
Îro jî di demekê de ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn dîsa diguherin û dîplomasiya navneteweyî û saziyên navneteweyî ji bo pêşketinên herêmî girîngiyeke mezintir bi dest dixin, pirsgirêka temsîliyeta gelê Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî careke din dikeve pêş. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi konferansa ku wê di 3’yê Cotmehê de li paytexta Belçîka Brukselê lidar bixe, armanc dike ku derbarê temsîliyeta gelê Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de helwesteke hevpar bê pêşxistin, di astên neteweyî û navneteweyî de hevkarî bê avakirin û pêngavên ku di vî warî de bên avêtin werin diyarkirin.
KNK 6-7’ê Hezîrana 2026’an di Civata Giştî ya 24’an de, mijara temsîla gelê Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî xiste rojeva xwe û biryar da ku serî li NY’ê bide da ku gelê Kurd jî mîna neteweyên din bê naskirin û di saziyên girêdayî NY’ê de, weke çavdêr û bi statûya Filîstîniyan, bê temsîlkirin. Konferansa ku dê li Brukselê bê lidarxistin jî, piştî vê biryarê, weke gaveke girîng derdikeve pêş ku dê tê de pêvajoya pêşdebirina vê biryarê bê nîqaşkirin û armanc ew e ku helwesteke hevpar a li ser navê Kurdan bê avakirin.
Di bangawaziya Konseya Rêveber a KNK’ê de, ev tişt hatin diyarkirin:
“Li ser pêwîstiya diplomasî û di asta navneteweyî de temsîla Kurd û Kurdistaniyan gelek tişt hatine gotin û hatine nivîsandin. Ji sed salan zêdetire nivîskaran, akademîsyenan gelek tişt li ser vê mijarê nivîsandine, serokan, rêberan, siyasetmedaran, dîplomatan li ser axaftine û kar kirine. Her wiha gelek civîn, şêwir, konferans, panel û xebatên cûrbecûr jî hatine kirin. Komîte hatine çêkirin, demûdezgeh hatine avakirin. Di vî warî de karên hatî kirin ne hindik in. Lê rastiyek jî heye ku heta niha weke tê xwestin dîplomasiyek xurt û layiqê gelê Kurdisatnê nehatiye meşandin. Kêmahiya herî mezin jî ewe ku Neteweya Kurd di asta navteweyî de bi awayeke hiqûqî nayê naskirin û nayê temsîlkirin.
Nifûsa gelê Kurdistanê nêzî şêst milyona (60.000.000) ye. Li gorî vê hejmara xwe ya mezin jî, Kurd di saziyên navneteweyî de nayên temsîlkirin. Bi taybetî li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY da ku hema hema hemû netewe li wê rêxistinê têne temsîlkirin, navê neteweya Kurd nayê xwendin û nayê temsîlkîrîn.
Ji ber vê yekê, KNK di Civata Giştî ya 24. (6-7’ê Hezîranê 2026) de, ev mijar girte rojeva xwe. Piştî nîqaşên berfireh biryar hate girtin ku ji bo Kurd jî weke neteweyên din bêne naskirin û di saziyên girêdayî NY’ê de weke çavdêr (weke statuya Filîstîniyan) bêne temsîlkirin, serî li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY’ê were dayîn.
Di vî warî de heta niha bi gelek pisporan re civîn hatine çêkirin, nêrînên pisporan hatine girtin. Her wiha di vê mijarê de li ser navê KNK’ê nameyek radestî Sekreterê Giştî yê NY’ê Birêz António Guterres jî hatiye kirin. Lê ev mijar meseleyeke mezin û giran e, bi hinek civînên teng û pêşkêşkirina çend nameyan ev mesele nayê çareserkirin. KNK tenê bi serê xwe ji nava vî karî nikare derkeve. Pêwîstî bi hevkariyek neteweyî û navneteweyî heye. Ji kîjan alî ve lê binêrî binêre, pêwîstiyek mezin jî heye ku rêber, serok, nûner, kesayetên di nava civakê de xwedî rol, nûnerên hemû pêkhate û hemî giraniyên civaka Kurdistanê, di asta jor de kom bibin û li ser vê mijarê biaxivin û biryaran bidin. Divê bi civîn, çalakî û kampanyayên xurt (mînak weke kampanyaya bi îmzeyan) gelê Kurdistanê bikeve nava tevgerê.
Ji bo nirxandina rewşê, helwestgirtin û hevkariyê, em dixwazin bi pisporan re, bi akademîsyen û kesayetan re, bi nûnerên partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî re, konferansekî pêk bînin. Konferans, di roja 3’yê Cotmeha 2026’an saet 10.00’an de, li bajarê Brukselê, li Vrije Universiteit Brussels (VUB), wê were lidarxistin.
Konferansa jibo temsîla Neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY yê. Rojeva konferansê bi temamî li ser vê mijarê ye. Em dixwazin ji bo temsîla Kurdan li NY’ê, nêrînek û helwestekî Kurdistanî derxin holê û rewş û helwesta xwe ji hemû aliyan re diyar bikin û dengê xwe bighînin raya giştî ya Cîhanê.
Her wiha di konferansê de, em ê li ser bername û çalakiyên dema pêş jî rawestin û plansaziya dema pêş jî nîqaş bikin.
Em dixwazin weke ragihandin, hûn jî vê konferansê bişopînin û ji raya giştî re belav bikin.
Bi hêviya hevdîtinek serkeftî, silavên germ.”
Plan û Karnameya Kombûnê û Rojev:
03.10.2026
10.00 – 10.05 - Vekirin û rêzgirtin ji bo şehîdan
10.05 – 10.15 - Axaftina vekirinê
10.15 – 10.30 - Peyamên Mêhvanan
10.30 – 12.00 - Pêşkêşî û Perspektîfên Pisporan
12.00 – 13.30 - Axaftin û peyamên beşdaran
13.30 – 14.30 - Navbera Xwarinê
14.30 – 16.30 - Axaftin û peyamên beşdaran
16.30 – 18.00 - Plansazî û Encamname
Adresa Cihê Civînê:
Vrije Universiteit Brussel (VUB) - Campus
Etterbeek - Gebouw Q: aula QA – Brussels
Nelson Mandela Hall"







