KJAR’ê spasiya beşdarvanên greva giştî kir
- 11:10 17 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê spasiya xelkê beşdarî greva giştî bûyîn ragihand û tekez kir ku greva 16’ê Îlonê careke din hevgirtina civakê û biyardariya gel ji bo pêkanîna daxwazên wan nîşan da û rola jinan berçavtir derket pêş.
Berpirsa Komîteya Dîplomasiyê ya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger, li ser piştgiriya berfireh û beşdariya germ a gel ya di grevên giştî ya bi boneya salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û şehîdbûna Jîna Emînî de, peyameke vîdyoyî weşand.
Rozerîn Kemanger got: “Em silav û rêzên xwe pêşkêşî malbatên birêz ên şehîdan, dayikên aştiyê, dadxwazan, têkoşerên girtî, jin û hemû welatiyên Kurdistan û Îranê dikin ku di 16’ê Îlona de, bi pêşengiya gelê Kurd û piştgiriya gelên azadîxwazên Îranê de, careke din îspat kirin ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tevî hemû zext û tepisandinan her berdewame.”
Her wiha Rozerîn Kemanger destnîşan kir ku ev şoreş xwedî felsefe, cîhanbînî, rêbaz û şêwazê xwe yê taybete û mizgîniya jiyaneke azad û demokratîk li gel xwe aniye. Kemanger got: “Ev şoreşeke ku bi pêşengiya jin û ciwanan destpê kiriye û niha jî berdewame. Greva vê carê hemû dengên civakê kir yek deng û nîşan da ku xelk li ser pêkanîna daxwazên xwe bi biryare. Bi taybet di vê şoreşê de rol û beşdariya jinan bi şêwazekî berçavtir xuya bû.”
Li beramberî peyama KJAR’ê, gelê Başûrê Kurdistanê bi vêxistina mûman, hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo salvegera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşan da. Her mûmek a ku di destê xelkê de pêket, bû dengek ji dengên gel, dengek ku bîranîna Jîna Emînî û armancên wê şoreşê zindî dihêle.
Hêjayî gotinê ye ku gel ne tenê temaşevan bû, bi beşdarbûn û vêxistina mûman hevgirtina xwe nîşan da ku bibîranîn û piştgiriya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sînorê herêm û cihan nasnake. Ev çalakiya gel, wêneyekî hevgirtin û piştgiriya civakê ya li gel jinan û hemû kesên ku dengê xwe ji bo jiyan û azadiyê bilind kirine.
Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji sala 2014’an ve çalakiyên xwe yên rêxistinî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye. Ev rêxistin bi rêxistinbûna berfireh a civakê û bilindkirina asta hişyariya civakî, beşek ji çalakiyên xwe ji bo bihêzkirin, berdewamkirin û berfirehkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê, seranserî Îranê û di asta navneteweyî de bikaranî.







