Ji bo Baxçeyên Hewselê banga parastinê
- 18:23 23 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di civîna Konseya Bajêr a Amedê de axivî û diyar kir ku ji bo parastina Sur, Bircên Amedê, Baxçeyên Hewselê û mirateyan divê xebatek xurt bê meşandin.
Konseya Bajêr a Amedê civîna, “Agahdarkirin û Planên Birêvebirina Bircên Amedê û Baxçeyên Hevselê” li dar xist. Endam û nûnerên konseyê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyên Amedê yên navendî, saziyên civakî, akademîsyen û gelek kes tevli civînê bûn.
‘Divê ev mîrate werin parastin’
Di civînê de destpêkê Hevserokê Konseya Bajêr a Amedê Serdar Keskîn da zanîn ku ew ji bo xebateke girîng ya ku paşeroja Amedê ji nêz ve eleqedar dike hatine cem hev û wiha got: “Bircên Amedê û Peyzaja Çandî ya Hewselê di sala 2015an de di Lîsteya Mîrate ya Cîhanê ya UNESCOyê de cih girt. Ev biryar tê wateya pejirandina dîroka bi hezaran salan a Amedê. Lê belê, cihgirtina di Lîsteya Mîrateya Cîhanê de tenê ne tescîlkirina nirxên ku em xwedî ne, di heman demê de berpirsiyariyeke girîng dikeve ser milê me hemûyan ku em van nirxan biparêzin, bidin jiyîn û ji nifşên paşerojê re ragihînin.”
‘Nabe ku em li hincetan bigerin divê em mîrateya xwe biparêzin’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak derbarê parastina Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê de got ku wan piştî salên 2015an nejariye pêvajoyek ya xwedîderketinê bimeşînin û wiha got: “Ji bo xwedîderketinek xurt tune ye gelek hincetên me hene. Rastî piştî 2015an ev xwedîderketin ji ber polîtîkayên qeyûm pêk nehat. Lê nabe ku em êdî li hincetan bigerin. Em niha ji bo parastina mîrateya xwe hatine gel hev û bêguman ev pêvajo bi vê xebatê bi dawî nabe. Ji Plana Rêveberiya Qadê ya ku hatiye nivîsandin û xêzkirin zêdetir, xwedîderketina vîna vî bajarî û hemû saziyên wê bi awayekî beşdar bin dê girîng be. Êdî wextê wê hat û derbas dibe. Ji bo parastina vê qadê, ji bo parastina Mirateya me ya Cîhanê, ji bo ku em ji zirarên li vê qadê re bibêjin ‘Bisekine’, em berê xwe bidin planeke giştî û çalak da ku em mîrateya xwe biparêzin.
Piştî axaftinan Pêşkêşiya Agahdarkirina Bircên Amedê û Baxçeyên Hewselê hat nîşandin û civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.







