Dayîkên Aştiyê banga yekrêzî û pêşîlêgirtina darvekirinan kirin
- 13:05 20 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayîkên Aştiyê yên Kurdistanê piştgiriya xwe bi kampanya ‘Sêşemên ji darvekirinê re na’ nîşandan. Dayîkan ji bo pêşîlêgirtina li darvekirinan daxwaza yekrêzî û pêngavên bilez ji partiyên Kurdistanî û civaka navdewletî kirin.
Dayîkên Aştî yên Kurdistanê li dijî darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek Dayîkên Aştiyê yên Kurdistanê, piştgiriyê didin pêngava ‘Sêşemên ji darvekirinê re na’ Em carek din dengê xwe yê nerazîbûnê li dijî darvekirin, girtîgeh, êşkence û windakirina bi zorê ya ciwan û têkoşerên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind dikin.”
Dayîkên Aştiyê daxwaz ji Hevpeymaniya Partiyên Kurdistanî kirin ku bi hemû derfetên xwe, bi yekitiyek bilez û kiryarî, ji bo rawestandina darvekirina ciwan û têkoşeran her wiha eşkerekirina çarenûsa girtiyên bi zorê hatine windakirin, gavan bavêjin.
Di dewamê de Dayîkên Aştiyê gotin:”Em ji we daxwaz dikin ku bi rêya rêxistinên mafên mirovan û derfetên hiqûqî yên navdewletî, dengê malbatên girtiyên li ber darvekirinê û yên bi zorê hatine windakirin bigihînin cîhanê. Heman demê de, piştgiriyê bidin wan malbatên ku di bin zexta dezgehên ewlehî û îstîxbarata Komara Îslamî de ne.”
Dayîkên Aştiyê ev bang kirin: “Em daxwazê ji hemû partiyên Kurdistanî, saziyên mafên mirovan, parêzerên navdewletî û mirovên azadîxwaz dikin ku bi hemû şiyana xwe ji bo rawestandina darvekirinan, rizgarkirina jiyana girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û eşkerekirina çarenûsa kesên ku bi zorê hatine windakirin gavan bavêjin.”







