Nobeda Jinan: Divê jin di dema sax de werin parastin
- 14:03 20 Cotmeh 2026
- Rojane
AMED - Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê li dijî zêdebûna tundî û bûyerên kuştinê yên jinan nobeda “Jin, Edalet û Bîrê da destpêkirin û got: “Em daxwaz dikin ku jin dema sax bin werin parastin û mirinên gumanbar bi berfirerî werin lêkolînkirin.”
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li dijî zêdebûna qetilkirina jinan li pêşiya Edliyeya Amedê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” da destpêkirin. Hevşaredarên Navçeyên Amedê, rêveberên partiyên siyasî, komeleyên jinan, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tev li nobedê bûn. Nobed dê 10 hefteyan bidome. Di nobedê de pankarta “Jin Nobeda Edelet û Bîrê Digrin” hate vekirin. Jinan di nobedê de bênavber dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, “Kuştina Jinan Polîtîk e” û “Bijî Têkoşîna Jinan” berz kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Desteya Rêveberiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mervan (ÎHD) a Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin.
Berfîn Elçî diyar kir ku armancgirtina sîstematîk û berdewam a jiyana jinan, “qirkeriya jinê” ye û got: “Ev qirkerî; li dijî rastî û hebûna jinan e ku xwedî nirxên dîrokî û civakî ne. Ev kuştin ne serbixwe ne; encama pergala zilamsalariyê, polîtîkayên bêcezahiştinê ye.”
Berfîn Elçî destnîşan kir ku bîr di heman demê de rêyek ji bo parastina mafê jiyanê ye. Jinên ku li dijî newekheviya zayendî ya civakî û hemû saziyên ku tundiya mêr xwedî diparêzin têdikoşin. Elçî anî ziman ku edaleta ew daxwaz dikin, ne tenê bi biryara piştî mirinê re sînordar e, berfirehtir e. Berfîl Elçî axaftina xwe wiha domand: “Em daxwaz dikin ku jin dema sax bin werin parastin, serlêdanên li dijî tundiyê ji aliyê saziyên têkildar ên dewletê re werin nirxandin, mirinên gumanbar bi hemû aliyan ve bi bandor werin lêkolînkirin û erkên parastinê werin cihanîn. Mirina gumanbar a jinan, ne navê şêwaza mirinê ye. Meqamên neçar in lêkolînê bikin û gumanan ji holê rakin. Dema mirinek bêyî ku hemû delîl werin civandin, wekî întîhar an jî qeza bête qebûlkirin, guman ji holê narabe; rastî di tariyê de dimîne û berpirsiyar bêceza dimînin. Em ji bo ku rastî di tariyê de nemîne û tu kes neyê jibîrkirin li vir in.”
Berfîn Elçî bal anî ziman ku tevî lêgerîna edaletê ya Fatmanur Çelîkê faîlê ku bi sûcdariya îstismarê dihat darizandin, beraat kiriye û di doza êrişa zayendî ya li Sêweregê de sê bersûc hatine tehliyekirin. Berfîn Elçî diyar kir ku ev yek bandora polîtîkaya bêcezahiştinê ya li ser jiyana jinan, careke din derxistiye holê û got: “Li beramberî êrişeke zayendî ji jinê re pirsîna ‘çima te xwe nekuştiye’, nîşan dide ku jiyana jinê tê darazandin. Parastina mafê jiyanê yê jinan, çiqas bi astengkirina tundiyê pêkan be, ewqas jî li hember tundiyê pêkanîna edaletê pêkan e.”







