Rola jinan a di avakirin û biryardayînê de hat nîqaşkirin
- 20:14 31 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Hesekê di atolyeyekê de rola jinan di civakê, biryardayîb û tevahî qadên jiyanê de hatin nîqaşkirin.
Partiya El Weten El Sûrî li bajarê Hesekê atolyeke jinan bi dirûşma “Ji çîrokê berbi biryardanê ve” li dar xist. Di atolyayê de rola jinan di civakê de û îradeya wan di biryardayînê hatin nîqaşkirin.
‘Divê jin xwe rêxistin bikin’
Atolya li xwaringeha Marbêla hat lidarxistin. Ji Dêrazor û Siwêda û deverên din ên Sûriyeyê gelek çalakvanên jin û nivîskar tev lê bûn. Rûniştina yekem a atolyayê ya bi sernavê "Ji çîrokê ber bi biryardanê ve" de endama Meclisa Navendî ya Partiya El Weten El Sûrî Şeymai Xelef axivî. Di rûniştinê de hate gotin, divê derfet ji bo hemû jinan û bi taybet jinên gundan were dayîn da ku pirsgirêkên xwe bînin ziman û hebûna wan diyar bikin. Her wiha hat destnîşankirin ku pêdiviya jinan pê heye bi yek dengî daxwaza mafên xwe bikin û xwe bi rêxistin bikin.
‘Jin di şert û mercên giran de têdikşin’
Hate destnîşankirin ku li Sûriyeyê ji di şert û mercên şer, xizanî û koçberiyê de xebitîn û têkoşiyan. Rûniştina duyem jî bi sernavê "Kursiyê Biryarê" hate organîzekirin û ji aliyê endama nivîsgeha siyasî ya partiyê Betûl Xalid ve hate birêvebirin. Di vê mijarê de Betûl Xalid balkişand ser hêza jinan a dikarin biyaran bide û got nabe jin tenê bibin karmend û divê cihê xwe di cihê biryardayînê de bigirin.
‘Divê jin tevli xebatên zagonsazî û rêveberiyê bibin’
Di dawiya atolyayê de encamname hate xwendin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku divê jin tevli xebatên rêveberî û zagonsazî bibin. Jinan perwerde bikin, derfet bidin ku kar bikin û civakê bi rê ve bibin. Bernameyên qanûnî, hiqûqî û aborî yên perwerde ji bo jinan bi rêxistin bikin. Li ser pirsgirêka jin koxebatan lidar bixînin. Di çapemeniyê de balê bikşînin ser tecrûbeyên jinên Sûriyeyê di şer de, têkoşîn û deskeftiyên wan. Di gelek pirsgirêkan de destek bidin jinên gundan, garantiya dayîna mafên wan bidin û rewşa wan a aborî û civakî baş bikin.







