Ji bo 1’ê Mijarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajaran çalakî
- 18:24 1 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajaran bi meş, daxuyanî û çalakiyên cuda pîrozbahî li dar xistin.
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarên cuda yên Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayin û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a gelan hate kirin
Amed
Platforma Saziyên Demokratîk yên Amedê bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê li ber Çand Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Berxwedana Kobanê serbilindahiya mirovahiyê ye” dinivîsand hat vekirin. Daxuyaniyê Hevseroka DBPa Amedê Rûçem Vefa Elyakut xwend.
‘Bi têkoşîna hevpar gelektişt dikarin bên kirin’
Rûçem Vefa Elyakût da zanîn ku berî 12 salan, Kobanê li hemberî êrîşên tarî yên çeteyên DAÎŞ de, ne tenê hebûn û pêşeroja xwe parast, di heman demêde nirxên azadî, wekhevî û jiyana bi hev re ya mirovahiyê jî parastiye û wiha axivî: “Berxwedana ku li dijî tarîtiya dorpêçkirina bajarekîrabû, di demeke kurt de sînor derbas kir û bû şerê hevpar ê gelê Kurd û hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz ên ji çar aliyên cîhanê. Îradeya ku li Kobanê derket holê, ji serkeftineke leşkerî pir wêdetir wateyeke dîrokî û civakî digire. Ev berxwedan, li dijî înkarê, yekperestiyê, dijminatiya li hemberî jinan û nêrînên ku gelan dixin dijberî hev, bûye îfadeya hêzdar a lêgerîna gelan a ji bo jiyaneke wekhev û azad. Gelê Kurd bi pêşengiya xwe û bi beşdariya gel, bawerî û nasnameyên cuda, tevî cîhanê nîşan da ku gel dikarin bi têkoşîna hevpar gelek tiştan pêkbînin.”
‘Jin di avakirina civakeke azad de jî dibin pêşeng’
Rûçem Vefa Elyakût di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku yek ji mîrateya herî girîng a Şoreşa Kobanê, cihê navendî yê têkoşîna azadiya jinan di veguherîna civakê de ye û ev tişt gotin: “Têkoşîna Arîn Mîrxan û hezaran kesên ku di vê berxwedanê de canê xwe ji dest dan, careke din nîşan da ku jin ne tenê xwe diparêzin, lê di avakirina civakeke azad de jî dibin pêşeng. Felsefeya Jin Jiyan Azadî, ku îro bûye dirûşma têkoşîna hevpar a jinên cîhanê, îfadeya gerdûnî ya vê mîrateya dîrokî û lêgerîna azadiyê ye.”
‘Kobanê mîrateyeke hevpar a berxwedanê ye ku ji gelên cîhanê re hatiye hiştin’
Rûçem Vefa Elyakût anî ziman kû berxwedana Kobanê di heman demê de mînaka dîrokî ya piştgiriya enternasyonalîstî, biratiya gelan a ku sînor derbas dike û wijdana hevpar a mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Piştgiriya hezaran kesan ji herêmên cuda yên cîhanê ji bo Kobanê, careke din nîşan da ku têkoşîna li wir ne tenê pirsgirêka bajarekî, lêmijara tevahiya mirovahiyê ye. Ji vê aliyê ve, Kobanê ne tenê serkeftineke ku di bîra gelê Kurd de hatiye neqşkirin e, di heman demê de mîrateyeke hevpar a berxwedanê ye ku ji gelên cîhanê re hatiye hiştin. Tevî ku gelek sal ji wê rojê derbas bûne jî, nirxên ku Kobanê temsîl dike û ezmûna civakîya ku derxistiye holê, girîngiya xwe diparêzin. Di demekê de ku Rojhilata Navîn bi şer, pevçûn, înkar û polîtîkayên serdestiyê hatiye dorpêçkirin, bingeha Kobanê ya li ser wekheviya gelan, azadiya jinan, siyaseta demokratîk û jiyana hevpar, nîşan dide ku aştî û çareseriya demokratîk mimkun e.”
‘Pêşeroja Kobanê mijara pêşeroja aştî, demokrasî û jiyana azad a hevpar e’
Herî dawî Rûçem Vefa Elyakût bi lêv kir kû îro pêwîstî ew e ku ne tenê mîrateya berxwedana Kobanê bibîr bînin, vê mîrateyê bi têkoşîna aşîtî, demokrasî, azadî û wekheviya gelan re mezintir bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî Platforma Saziyên Demokratîk, em avakirina civakeke demokratîk ku tê de gel dikarin bi nasname û îradeya xwe bi awayekî wekhev û azad bijîn, wek berpirsiyariyeke dîrokî û siyasî dibînin. Wekî ku li dijî tarîtiya dorpêçkirina Kobanê berxwedanekehevpar hate pêşxistin, îro jî em neçar in ku li hemberî her cure êrîşên ku destkeftiyên gelan dikin hedef, piştgirî, têkoşîna hevpar û yekîtiya demokratîk mezintir bikin. Pêşeroja Kobanê ne tenê mijara bajarekî an gelêkî ye; ew di heman demê de mijara pêşeroja aştî, demokrasî û jiyana azad a hevpar li Rojhilata Navîn e. Em bi vê wesîleyê careke din, kesên ku di berxwedanaKobanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz bîr tînin.”
Piştî daxuyaniyê şahî hate lidarxistin û bername bi gerandina govendê û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
Stenbol
Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Parka Gaziyê ya navçeya Sûltangaziyê ya Stenbolê konserekî li dar xistin.
Gel beriya saeta destpêka konserî li qadê kom bûn. Endam û rêveberên DEM Partî û HDK, aktivîstên TJAyê û gelek welatî tev li konserê bûn. Konser ji bo cangoriyên Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşmeyan “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştre siyasetmedar derketin li ser dikê û gel silav kirin.
Hunermend Harûn Elkî, Rumeysa Rûken, Devrîm Çelîk û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamayayê (NÇM) derketin li ser dikê û stranên xwe gotin.
Wan
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, bi boneya salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Kolana Hûnerê ya navçeyê Rêya Armuşê ya Wanê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser ” Li hemberî tarîtiya DAÎŞê em berxwedana Kobanê silav dikin” hat hilgirtin. Girsê dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” berz kir. Metna daxuyaniyê ya Kurdî rêveberê rêxistina DEM Partiyê ya Wanê Alî Ataman xwend.
Li Kobanê ne tenê hebûn pêşeroj jî hat parastin
Alî Ataman diyar kir ku di salvegera berxwedan û serkeftina Kobanê de, ew berxwedana mezin a ku bi îradeya hevbeş a gelan, bi rêz û silav pêşwazî dikin û wiha got:” Berî 12 salan, Kobanê di hemberî êrîşên tarî yên çeteyên DAIŞê de. Ne tenê hebûn û pêşeroja xwe parast, di heman demê de nirxên azadî, wekhevî û jiyana bi hev re ya mirovahiyê jî parast. Berxwedana ku li dijî tarîtiya dorpêçkirina bajarekî rabû, di demeke kurt de sînor derbas kir û bû şerê hevpar ê gelê Kurd û hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz ên ji çar aliyên cîhanê.
Piştî daxuyaniyê ji bo pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ŞanoWanê nîşandana belgefîlma Veysî Altay a bi navê “Nûjîn” hat kirin. Pêşiya nîşandana belgefîlmê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hate girtin.
Bername bi temeşekirina belgefîlmê ve dawî bû.
Agirî
Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya salvegera 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li peşiya avahiya Dem Partiyê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Li hemberî tarîtiya DAÎŞê em berxwedana Kobanê silav dikin” hat hilgirtin. Girsê dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” berz kir. Metna daxuyaniyê ji aliye hevserokê Demê ya Agiriyê Şilan Turuga ve hat xwandin.
Colemêrg
Li Colemêrg bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi daxuyanî û danîşana sînevîzyonê hate pîrozkirin.
Li navçeya Geverê jî bi heman rojevê daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniyê ji rêvebariya DEM Partiyê Emîne Yaşarê xwend. Di daxuyaniyê de 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîroz kirin û hat ragihandin ku li hemberê hovîtiya DAIŞê gelê Kurd bi berxwedaneke bêhempa, dîrokî û civakî destkeftiyên xwe parast. Hat diyarkirin hemû cîhan şahidiya ruhê berxwêdêr ê li Kobanê pêş ketiye, kiriye. Bername bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
Navçeya Şemzînanê jî bi boneya rizgarkirina Kobanê daxuyanî hat dayîn û sînevîzyonê hate nîşandan.
Erzirom
Platforma Ked û Demokrasiyê li ber avahiya rêxistina Erziromê ya DEM Partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Muhlîs Kirmaci di daxuyaniyê de diyar kir ku di demekê ku Rojhilata Navîn bi şer hatiye dorpêçkirin de berxwedana Kobanê nîşan da ku jiyana hevpar gengaz e. Divê mîrateya Kobanê bi aşitiyê were mezinkirin.
Çalakî piştî nîşandana sinevîzyonê ya li avahiyê DEM Partiyê bi dawî bû.
Bedlîs
Platforma Ked û Demokrasiyê (DEKUP) li ber avahiya rêxistina navçeya DEM Partiyê ya Tetwanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên bi Kurdî û Tirkî yên “Şoreşa Rojava hêviya gelan e” û “1ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz be” hatin vekirin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê DEM Partiyê Zabît Kayar, di daxuyaniyê de diyar kir ku berxwedana Kobanê, ku bingeha Şoreşa Rojava û hê jî hêviyê dide gelan.
Piştî daxuyaniyê, li avahiya rêxistina navçeyê pêşandana sinevîzyonê hat nîşandan.
Îzmîr
Rêxistina DEM Partyê ya Îzmîrê, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê bi boneya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “1ê Mijdarê Roja Kobanê li hemû gelên cîhanê pîroz be”, “Mîrasa Arînan şîn dibe li kampûsan” hatin vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk jî di nav de gelek kes amade bûn, metna daxuyaniyê Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçûk Odabaşi xwend.
‘Kobanê nexşeya têkoşîna li dijî mêtingeriyê ye’
Piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk axivî û destnîşan kir ku Kobanê, li Rojhilata Navîn li dijî zîhniyeta ku bi şeran gelan tine dike, bûye qêrina hêviyê û got: “Kobanê, navê wê yekê ye ku em ê aştiyê bi destên xwe bînin. Şoreşgerên enternasyonalîst li Kobanê bûn nemir. Gelê Kurd li Kobanê bû nemir. Kobanê di heman demê de ji bo me hemûyan nexşeyeke ku nîşan dide têkoşîna li dijî mêtingeriyê di vê erdnîgariyê de divê çawa bê dayîn. Em bi tiştên ku me ji Kobanê, ji Rojava fêr bûn dikarin planên şer ên mêtingeran vala derxînin û çarenûsa xwe bi hev re diyar bikin. Em neçar in ku têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin. Em neçar in ku li kêleka hev bin, aştiyê biparêzin, aştiyê birêxistin bikin û herî dawî aştiyê ji pêşerojê re bihêlin. Rojava, Rojhilat, Bakur, Başûr an jî di vê erdnîgariyê de her bajar, her herêm qada têkoşîna aştiyê ye. Îro em careke din we vedixwînin ku hûn aştiya xwe ava bikin. Em ê pêşerojê di nava du lêvên axayên şer de nehêlin. Werin em bi hev re axayên şer ên mêtinger ku dixwazin vê erdnîgariyê parçe bikin, têk bibin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” bi dawî bû.
Antalya
Rêxistina Dem Partiyê ya Antalyayê li parkekê ya navçeya Kepezê ya Antalyayê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuayaniyê rêveberê DEM Partiyê yê Antalyayê Şevket Temel xwend. Parlamenterê Antalyayê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç di daxuyaniyê de diyar kir ku berxwedana Kobanê ne tenê nirxên gelê Kurd, lê nirxên tevahiya mirovahiyê jî diparêze. Kesên ku digotin ‘Kobanê ket û dê bikeve’, dîtin ku Kobanê neket. Kobanê rabû ser piyan û ji bo bidestxistina azadî, wekhevî û demokrasiyê, nîşaneyeke pir girîng da hemû gelên cîhanê.”
Şirnex
Platforma Saziyên Demokratîk li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê daxuyaniya çepemeniyê li dar xist.. Di daxuyaniyê de pankarta “1ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz be” hat vekirin. Nivîsa daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Fîlîz Acû ve hat xwendin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di daxuyaniyê de diyar kir ku berxwedana Kobanê sembola têkoşîna hevpar û piştevaniya gelan e û got: Divê li Sûriyê pergaleke demokratîk bê avakirin û mafên hemû gelan bêne mîsogerkirin. Divê nirxên ku berxwedana Kobanê temsîl dike mezintir bibin û bên jiyîn.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.







