'Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de muzakereyê bike'
- 09:09 2 Mijdar 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Cîgira Hevserokatiya Ji Komîsyona Gel û Baweriya Berpirs Yuksel Mutlu da zanîn ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve divê gavên demokratîk bên avêtin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û welatibûna wekhev bikeve bin ewlehiyê. Yuksel Mutlu bang kir ku divê jin bibin kirdeya damezrîner a aştiyê.
Pêvajoya ku bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir, hat destpêkirin, piştî gavên ku Tevgera Azadiya Kurd avêtin, ji dewletê jî heman berpirsyarî û gav hatin payîn. Xebatên di bin banê meclîsê û Qanûna Çarçoveyî ku tên nîqaşkirin, tê payîn ku şert û mercên azad ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin.
Cîgira Hevserokatiya Ji Komîsyona Gel û Baweriya Berpirs Yuksel Mutlu diyar kir ku ji bo pêvajo bimeşe divê gavên demokratîk bên avêtin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.
‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de muzakereyê bike’
Yuksel Mutlu da zanîn ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajo hatiye destpêkirin û nêzî du sal in pêvajo didome û got: “Di alî avêtina gavên şênber de bendewariya gel heye. Ji ber gav nayên avêtin fikar jî hene. Di civakê de bêbawerî diafire. Ger çareseriya pirsgirêkê bê xwestin divê pêvajo bê lezkirin. Carnan qut bibin jî bêguman hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hene. Qanûna çarçoveyî hat derxistin. Heta niha tiştekî wisa di dîroka komara Tirkiyeyê de nebibû. Ji ber vê em girîng dibînin. Kêmasiyên di têkoşînê de dikarin bên çareserkirin. Niha komîsyonên binî jî ava bûn. 27 sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye. Nûnerê hikûmetê diyar e, dewlet diyar e. Lê hîna şertên Birêz Ocalan baş nebûne. Divê şert û mercên azad yên muzakereyê hebin.”
‘Divê pêvajo bi aşkera ji civakê re bê parvekirin’
Yuksel Mutlu destnîşan kir ku çapemeniya alîgir zimanekî netewperest, mîlîtarîst û serdest ya mêr bikar tîne û ev ziman jî pêşî li civakîbûna zimanê aştiyê digire. Yuksel Mutlu wiha dirêjî dayê: “Li aliyekî pêvajo pêş dikeve li aliyê din jî mudaxaleyên li hember şaredariyan, çapemeniyan û civakê didome. Mirov tên binçavkirin. Rojnameger tên giritn. Ev ne demokrasî ye. Ji bo demokrasî pêk bê divê ev şert ji holê bên rakirin. Divê pêvajo bi aşkera bi civakê re bê parvekirin.”
‘Divê biryarên DMME’yê pêk bên’
Yuksel Mutlu anî ziman ku divê hikûmet biryarên ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê çend caran girtiye, bîne cih û wiha domand: “Pêkanînên qeyûman didomin. Ev bi qanûnekê dikarin bên guhertin. Dikarin qeyûm bên vekişandin. Ev nayên kirin û ji ber vê jî baweriya civakê kêm dibe. Ji ber vê di hevdîtinan de gel me hişyar dikin. Divê ev fikar ji holê bên rakirin. Divê Tirkiye biryarên DMME’yê pêk bîne. Divê demildest şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk bên. Riya demokratîkbûnê ji aştiyê derbas dibe.”
‘Jin kirdeya aştiyê ne’
Yuksel Mutlu di dawiya axaftina xwe de balkişand ser qetilkirina Erebên Elewî yên li Sûriyeyê û got: “Dewlet ji ber berjewendiyên xwe bêdeng dimînin. Yekane têkoşîna li dijî êrîş û qetilkirina têkoşîn û yekitî ye. Em jiyaneke ku jin nayên qetilkirin, kes nayên bindestkirin û jiyaneke azad û wekhev dixwazin. Jin Kurd, Tirk, Elewî, laz û Çerkez ên vê civakê ne. Jin bindestên civakê ne. Yên ku tundiya herî giran dibînine. Jin kirdeyên aştiyê ne û heqîqet in. Bêyî jinan aştî ne pêkan e. Divê jin bibin kirdeya damezrîner a aştiyê.”







