DFG: 20 rojnameger hatin binçavkirin û 6 jî hatin girtin
- 10:31 3 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - DFGê rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamgeriyê ya meha Cotmehê eşkere kir û diyar kir ku di Cotmehê de 20 rojnameger hatine binçavkirin û 6 rojnameger hatine girtin.
Komeleya Rojnamgeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafên rojnamgeriyê ya Cotmehê eşkere kir û diyar kir ku rojnameger ji ber xebatên rojnamegeriyê û parvekirinên medyaya dîjîtalê hatine binçavkirin, girtin û derbarê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin.
DFGê da zanîn ku di meha Cotmehê de 20 rojnamger hatine binçavkirin, ji van 6 rojnamger hatine girtin û wiha got: “Di rapora binpêkirina mafan a meha Cotmehê de ku ji aliyê me, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hatiye amadekirin, hatiye tespîtkirin ku 20 rojnameger hatine binçavkirin, 6 rojnameger hatine girtin, der barê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye meşandin û derbarê 3 rojnamegeran de doz hatiye vekirin. Di heman demê de bi ser avahiya saziyeke medyayê de hatiye girtin, mûameleya xerab li rojnamegerekê hatiye kirin û di du bûyeran de jî rê li ber şopandina nûçeyan a rojnamegeran hatiye girtin. Cezayên girtîgehê yên li rojnamegeran hatine birîn bi tevahî bûye 3 sal û 2 meh û 20 roj. Der barê du rojnamegeran de biryara hefsa malê hatiye dayîn. Heta 3yê Mijdara 2026'an hejmara rojnamegerên di girtîgehan de 33 ye.”
Zexta darazê ya li ser rojnagemeran berdewam dike
DFGê bal kişand ser zextên li ser rojnamgeriyê û wiha domand: “Ev dane nîşan didin ku zextên li ser rojnamegeran ne bûyerên ji rêzê û takekesî ne; tabloyeke wisa derdixin holê ku rasterast bandorê li kirina rojnamegeriyê, gihandina nûçeyan a ji bo raya giştî û mafê agahîgirtinê yê civakê dike.Di çarçoveya lêpirsîna fonê de rojnameger Îsmaîl Saymaz, Mûrat Agirel, Şaban Sevînç û Mûstafa Balci hatin binçavkirin; Şaban Sevînç û Mustafa Balci hatin girtin; der barê Murat Agirel de pêşî biryara hefsa malê hat dayîn lê piştre dîsa hat binçavkirin û girtin. Girtina nûçegihanê BîrGunê Îsmaîl Ari ya li ser giliya Serokê berê yê RTUKê Ebûbekîr Şahîn û girtina xwediyê malpera nûçeyan a herêmî Hasan Guraksû nîşan dide ku zexta darazê ya li ser rojnamegeran di qadên cuda de dewam dike.
Ceza li rojnamegeran hat birîn
DFGê destnîşan kir ku di meha Cotmehê de gelek ceza li rojnamgeran hatiye birîn, dîsa gelek saziyên çapemeniyê hatine desteserkirin û ev yek hate gotin: “Li Edîtora Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Degerê salek û 6 meh, li edîtorê berê yê rojnameya Yeni Yaşamê Osman Akin jî 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal der barê nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin. Di meha Cotmehê de zextên li ser saziyên medyayê gihiştin wê astê ku xebatên weşanê hatin rawestandin û qadên dîjîtal ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Di 14ê Cotmehê de bi ser avahiya Halk TVyê ya li Stenbolê de hat girtin, qeyim tayînî qenalê hate kirin û weşana wê hat rawestandin. Xwegihandina hesabên YouTube, X, Facebook, Instagram, TikTok û Telegramê yên qenalê hatin astengkirin; platforman ew hesab ji bo bikarhênerên li Tirkiyeyê asteng kirin. Malperên înternetê û hesabên medyaya dîjîtal ên saziyên medyayê yên wekî Ajansa Mezopotamya, Yenî Yaşam, Azadiya Welat, T24, bîanet, BîrGun, Kisa Dalga, Cûmhûriyet û Medyascope jî ji xwegihandinê re hatin astengkirin û bi mudaxaleyên platforman re rû bi rû man. Astengkirina malper û hesabê Xyê yên Ajansa Mezopotamyayê, sînordarkirina hesabên medyaya dîjîtal ên Yenî Yaşamê û astengkirina malpera wê ya di 31'ê Cotmehê de bi awayekî berbiçav nîşan dide ku bi taybetî xebatên çapemeniya azad ên di qada dîjîtal de dibin hedef.”
231 naverokên dîjîtal 22 nûçe û 4 malper hatin girtin
DFGê astengkirina malperên rojnamgeriyê weke deheftina rojnamgeriyê pênase kir û li ser van xalan rawestiya: “Di meha Cotmehê de xwegihandina 231 naverokên medyaya dîjîtal û 22 nûçeyan hat astengkirin, 4 malper jî bi temamî hatin girtin. Ev pêkanîn nîşan didin ku sansur tenê bi rakirina hin nûçeyan sînordar nemaye; qenalên ku rojnameger û saziyên medyayê nûçeyên xwe pê digihînin raya giştî jî bûne hedef. Di meha Cotmehê de cezayên ku Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ve li saziyên weşanê birîn jî berdewam kirin. Ji ber nûçe û nirxandinên der barê lêpirsîna fonê de cezayê pereyan li SZC TV û Koza TVyê hat birîn; ji ber şîroveyên têkildarî girtina Mûrat Agirel jî Sozcu TV hat cezakirin. Di meha Cotmehê de bi giştî 7 biryarên qedexekirina weşanê hatin girtin.Binpêkirinên li dijî azadiya çapemeniyê tenê bi binçavkirin, girtin, doz û sansurê ve sînordar nînin. Pirsgirêkên aborî û ji kar derxistinên di sektora medyayê de jî rasterast bandorê li ewlehiya pîşeyî ya rojnamegeran û derfetên wan ên çêkirina nûçeyên serbixwe dikin.
162 rojnameger betal man
Di rapora meha Cotmehê de hat tomarkirin ku herî kêm 162 rojnameger betal mane. TELE2 Haberê ji ber ku nekarî heqê lîsansa weşanê ya RTUKê bide, weşana xwe bi dawî kir; Cem TVyê jî dawî li weşana xwe anî. Li Manşetizê ji ber derengketina mûçeyên rojnamegeran, razandina kartên xwarinê û girtina destûra têketina pergalê, 12 rojnameger ji kar hatin derxistin. Di nav saziyên Yenî Şafak, GZT û TVNETê de nêzîkî 100 kes ji kar hatin derxistin; ji Sozcuyê jî 50 xebatkar ji kar hatin avêtin. Daneyên meha Cotmeha 2026an radixin ber çavan ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên binçavkirin û girtin, weşanên saziyên nûçeyan tên rawestandin, qadên dîjîtal ji xwegihandinê re tên girtin û ewlehiya aborî ya xebatkarên medyayê her ku diçe lawaz dibe. Dema ku pêvajoyên darazê, cezayên îdarî, sansura dîjîtal û zextên aborî bi hev re werin nirxandin, tê dîtin ku qada xebatê ya rojnamegeriyê bi awayekî piralî tê tengkirin.
Li dijî sansûrê çalakî hatin lidarxistin
Geşedaneke girîng a meha Cotmehê jî ew bû ku li hember van hemû êrişan, rojnamegeran di 24ê Cotmehê de li 10 bajaran çalakî li dar xistin. Meşên ku rojnamegeran di 24ê Cotmehê de li 10 bajaran pêk anîn, îradeya têkoşîna hevpar a saziyên pîşeyî û rojnamegeran a li dijî zextên ser azadiya çapemeniyê nîşan da. Li bajarên cuda hatina cem hev a rojnamegeran û bilindkirina dengê wan, girîngiya hevgirtina li dijî girtinan, sansurê û astengkirina xebatên pîşeyî careke din nîşan da. Ev meş didin xuyakirin ku têkoşîna azadiya çapemeniyê ne tenê ya rojnamegeran e; di heman demê de berpirsiyariya hevpar a her kesê ku mafê wergirtina agahiyan ê gel diparêze ye. Wekî DFG em careke din destnîşan dikin: rojnamegerî ne sûc e. Hedefgirtina rojnamegeran a ji ber nûçe û xebatên wan ên pîşeyî, rasterast mudaxaleyek e li ser mafê agahîgirtinê yê civakê. Rawestandina weşana saziyên çapemeniyê û astengkirina malper û hesabên wan ên medyaya dîjîtal, nîqaşa giştî û mafê bidestxistina agahiyan sînordar dike. Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku dawî li binçavkirin, girtin û pêvajoyên darazê yên li dijî rojnamegeran bê anîn; rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne werin berdan; astengiyên li ser malperên nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal werin rakirin û azadiya weşanê ya saziyên medyayê bikeve bin ewlehiyê.”







