Li Şirnexê li dijî butçeyê çalakî
- 12:39 3 Mijdar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina bajarê Şirnexê ya DEM Partiyê di çarçoveya kampanya "Budçeya ji bo nan, aştî û edaletê" de li Hezexê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Rêxistina Şirnexê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Hezexê daxuyaniyek da çapemeniyê û serdana dikandaran kir.
Di dema daxuyaniyê de ku li ber avahiya partiyê ya navçeyê hate dayin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk jî amade bûn.
Hevserokê Şirnexê yê DEM Partiyê Ramazan Ûysal daxuyanî da û anî ziman ku budçe nîşan dide ku desthilatdarî li aliyê kîjan derdorê ye. Ramazan Ûysal diyar kir ku budçeya 2027'an feraseta wê yekê dewam dike ku barê bacê yê kedkaran giran dike û berjewendiyên sermayeyê diparêze.
Ramazan Ûysal nerazîbûn nîşan da ku du budçeyê de li şûna pêwîstiyên ciwan, jin û astengdaran, giranî ji berjewendiyên sermayeyê re hatiye dayin û çavkanî ji polîtîkayên ewlekariyê re hatine veqetandin. Lewma jî bang kir ku ji xwezayê, kedkaran û pêwîstiyên civakî re budçe bê veqetandin.
Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî anî ziman ku budçe li gorî berjewendiyên şer, sermaye û fonan bê amadekirin û got, ew daxwaza budçeyek ji budçeyek ji bo xizan û kedkaran dikin.







