Ji bo Rojîn Kabaîş îmze hatin dayîn: Têkoşîn, heta edalet pêk bê wê bidome
- 09:03 9 Mijdar 2026
- Rojane
ENEQERE- Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, ji bo ku mirina bi guman a Rojîn Kabaîş ronî bibe di meha Adarê de kampanyaya îmzeyan da destpêkirinû 70 hezar û 501 îmzeyên kom kirin teslîmê Wezareta Dadê kirin. Endama komîsyonê Elçîn Kurdoglu got ew dixwazin telefona Rojînê bê vekirin, mînakên DNA’yê aydê kê ne bên aşkerakirin, yên îhmalkariya wan hene bên darizandin. Her wiha got heta edalet pêk neyê wê têkoşîna wan bidome.
Xwendekara Zanîngeha Yuzucuncu Yilê Rojîn Kabaîş di 27’ê îlona 2024’an de winda bû û cenazeya ê di 15’ê cotmehê de hat dîtin. Komîsyonên ji bo Rojîn Kabaîş Edalet ku ji bo mirina bi guman ronî bibe têdikoşe di meha Adarê de kampanya îmzeyan da destpêkirin û 70 hezar û 501 îmze kom kir û teslîmê yekîneya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar kir. Endama Komîsyonê Elçîn Kurdoglu der barê mijarê de axivî.
‘Rojînê întîxar nekir, hemû delîl vê nîşan didin’
Elçîn Kurdoglu da zanîn ku ji bo mirina bi guman a Rojîn Kabaîş ronî bibe du sal in têdikoşin û got: “Bi armanca daxwazên me bigihêjin girseyên berfireh me kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Hemû delîl nîşan didin ku Rojînê întîxar nekiriye. Em ji vê re dibêjin cînayet e. Daxwazên me hene. Divê telefona Rojînê bê vekirin, dozgerekî pispor tayînê dosyayê bê kirin, hemû pêvajo bi zelalî bê aşkerakirin, navê kê derbas dibe bila bê darizandin.”
Îmze teslîmê wezaretê hat kirin
Elçîn Kurdoglu bi lêv kir ku armanca wan ev bû ku bi kampanyayê mirovan bikin hevkarê daxwazan û got îmzeyên kom kirine teslîmê Yekîneya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar ya Wezareta Dadê kirine û dixwazin daxwazên wan bên cih. Elçîn Kurdoglu wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin mirinên bi guman yên jinan ronî bibin. Di sala 2025’an de hejmara mirinên bi guman yên jinan ji hejmara qetilkirinan zêdetir bûn. Em dixwazin ev mirin ronî bin. Polîtîkayên şerê taybet û sûcên li hember jinan jî parçeyekî têkoşîna me ne. Em bêyî ku van polîtîkayên şerê taybet ji nedîtî ve bên, têkoşîna xwe dimeşînin. Em ji bo Rojînê jî têdikoşin û hemû jinên din jî têdikoşin.”
‘Em dizanin çi di telefonê de tê veşartin’
Elçîn Kurdoglu wiha berdewam kir: “Telefona Rojîn Kabaîş di alî lêpirsînê de girîng e. Telefon tevî şandin Ispanya û Çînê hîna nehatiye vekirin. Ev du sal in telefon nayê vekirin. Em dizanin çi di telefonê de tê veşartin. Bila mînakên DNA’yê û delîlên din jî bên aşkerakirin. Gelek kesên divê bên lêpirsînkirin hene. Divê ev hemû bên lêpirsînkirin û darizandin. Hemû kesên îhmalkariya wan heye bila bên darizandin.”
‘Em hemû jinan di 25’ê Mijdarê de vedixwînin kolanan’
Elçîn Kurdoglu daxuyakirin ku heta ku daxwazên wan neyên cih wê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Hedefa me ya ewil 25’ê Mijdarê ye. Em ê têkoşîna xwe bi heman hêzê hîn xurtir bidomînin. Hedefa me ev e ku em bi girseyek xurt biçin 25’ê Mijdarê. Em di 25’ê Mijdarê de hemû jinan vedixwînin kolanan.”







