UNRWA: Hezaran malbatên koçber bi lehî û baranê li Xezeyê zirar dîtin

  • 15:06 10 Mijdar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - UNRWA ragihand ku ji ber baranên li Xezayê zêdetirî du hezar malbatên koçber ên li kon û stargehan de zirar dîtin.
 
Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkarî û Karên Penaberên Filîstînî (UNRWA) duh ragihand ku lehiyên ji ber barana gur li Zîvala Xezayê çêbûne, zirar gihandine zêdeyî du hezar malbatên koçber ên di nav 113 navendên stargehê de û mercên wan ên jiyanê xirabtir kirine.  
 
UNRWA hişyarî da ku texmînên barîna baranên zêdetir, pêdiviya lezgîn a peydakirina stargehên ewle ji bo malbatên koçber, zêde dike.
 
Li gorî çavkaniyên bijîşkî, duh li devera Erdê Muftî ya li kampa Nuseyratê ya li navenda Zîvalê, ji ber hilweşîna dîwarê avahiyekê  li ser konekî koçberan, çend sivîl birîndar bûn. Di heman demê de hê agahiyên rast li ser hejmara birîndaran û awayê birînên wan nehatine zelalkirin û derbarê sedemên hilweşîna dîwar de jî agahî tune ne.
 
Binavbûna zêdetirî 70 hezar konî û hilweşîna bi dehan dîweran
 
Di destpêka vê heftiyê de jî, li gorî Berevaniya Sivîl a li Xezayê ji ber hewaya xirab û şemitîna ax li ser konên koçberan ên li navenda Zîvalê, du jinek û sê zarokan jiyana xwe ji dest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.
 
Li gorî Nivîskariya Ragihandinê ya Hikûmetê, hewaya xirab bûye sedema binavbûna zêdetirî 70 hezar konî û hilweşîna bi dehan dîweran. Her wiha zirarên canî, madî û birîndarbûn çêbûne. Nivîskariya Neteweyên Yekbûyî ya Ji Bo Hevahengiya Karûbarên Humanîtarî di nîveka meha a borî de hişyarî dabû ku nêzî 950 hezar Filîstînî li cihên koçberiyê yên di bin metirsiya mezin a lehiyan de dijîn.
 
Li Xezeyê tevî agirbestê jî pêdiviya lezgîn a jinûve avakirinê
 
Şerê Îsraîlê li ser Xezayê wêraniyek berfireh di mal û binesaziyê de hiştiye, ev yek bûye sedem ku bi sed hezaran kes neçar bibin koç bikin û di nav kon û navendên stargehê yên ku di mercên herî kêm ên parastinê ne de, bijîn. Tevî ku peymana rawestandina agir di meriyetê de ye jî, ji ber berdewamiya astengiyên Îsraîlê li ser derbaskirina materyalên pêwîst ji bo çêkirina malan û dabînkirina stargehên veguhêz, pêdiviyên stargeh û jinûveavakirinê hê jî ji derfetên alîkariyê, kêm in.