TJA'yê li Semsûrê deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir
- 16:32 10 Mijdar 2026
- Rojane
SEMSÛR - TJA'yê di deklarasyona 25'ê Mijdarê ya li Semsûrê eşkere kir de diyar kir ku têkoşîna ku ev 40 sal in li erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin, têkoşîna hebûn û nebûnê ye û wiha hat gotin:"Ev têkoşîn ji bo welatekî azad û demokratîk bi berdêleke giranbuha hat meşandin û bi hezaran jinan di vê oxirê de canên xwe dane. Ev rêya ku wan vekiriye, xeta me ya têkoşînê ye."
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma, “Bi hêz û vîna jinan êdî dema jinê ye” li Semsûrê deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir.
Pankarta bi nivîsa “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajarê Semsûrê hate daliqandin.
Deklarasyon ji aliyê Aktîvîsta TJA'yê Fatma Erdogan ve hat xwendin.
Di deklarasyonê de wiha hat gotin:"
Li Dijî Qirkirina Jin, Xweza, Zarok û Çandê: Niha Dema Jinê Ye!
Wekî TJA, em 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê; di serî de xwişkên Mirabel, bi rêzdarî, hezkirin û minetek bê sînor di kesayetiya Besê, Mizgîn, Sara, Zîlan û Nagihan de li hemû hevrêyên xwe yên jin ên nemir silav dikin û xwedî li têkoşîna wan derdikevin. Têkoşîna ku ev 40 sal in li erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin, têkoşîna hebûn û nebûnê ye. Ev têkoşîn ji bo welatekî azad û demokratîk bi berdêleke giranbuha hat meşandin û bi hezaran jinan di vê oxirê de canên xwe dane. Ev rêya ku wan vekiriye, xeta me ya têkoşînê ye.
Di serî de li erdnîgariya Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê bi sedan salan e veguheriye qada rantê ya kesên ku ji çek, şer û mirinê xwedî dibin. Bedela vê ya herî mezin jin, zarok û xwezayê daye. Di serî de Kurdistan, Fîlîstîn, Lîbya û Afganistanê, mînakên vê yên herî berbiçav in. Rewşa pevçûnê ya ku 40 sal in li erdnîgariya Kurdistanê didome, bi banga Birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk, hêviya veguherîna ber bi aştiyê ve zindî kiriye. Em jinên ku bedela herî giran a şer, sirgûn û bê nasnamehiştinê dane, xwedî li vê bangê derdikevin. Em bawer dikin ku ev bang wê li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşengiya aştiyê bike; lewra em dizanin kesên ku di şer de israr dikin, di qirkirina jinê de jî israr dikin.
Rojek derbas nabe ku di kanalên televizyonê de nûçeyên mirina jinan cih negirin. Ji bo kujerê van jinan têgehên hevjînê berê, bav, bira an hevjîn tên bikaranîn. Welat êdî bûye cihekî gelekî nediyar û bê ewle. Mêrê ku bingeha bîrdozî ya kuştinên jinan ava dike, hemû derfetên dewletê ji bo şexsê xwe bi kar tîne. Êrîş, destdirêjî û talana li hemberî xweza, ajal, zarok û jinan bi qanûnan kamûfle kiriye. Bi polîtîkayên şerê taybet jiyan veguherandiye zindanê. Bi xemilandina mirina jinan wekî "xwekujî", hewl didin ser kuştinan bigirin û ji ber ku cezayên rêgir nadin kujeran, zemîn ji cînayetên nû re tê amadekirin.
Em van mêran ji kincên wan ên fermî baş nas dikin. Em wan ji kuştina jinên bi navê Rojîn Kabaîş, Îpek Er, Gulistan Doku, Pinar Gultekin û Sevîmê de nas dikin. Her dem wî sûcê xwe di pişt wan cilên xwe yên fermî de vedişêrin û em wan ji vê hewldana wan de nas dikin; ji bo li ser sûcên xwe bigirin, her gav erkeke xirab bi kar tînin û em wan ji tarîkirina delîlan û ji polîtîkayên bêcezahiştinê dizanin.
Pergal bi rêya polîtîkayên dijminane yên wekî nijadperestî, olperestî û hemû cure zordestiyê, xwest têkoşîna Tevgera Azadiya Jinê tune bike. Lê tu demê nikaribû wê hêza têkoşîna azadiya jinê bişkîne û rawestîne. Bi rêya saziyên xwe û hemû amûrên medyaya dîjîtal û teknolojîk, tu carî me ji hevgirtina jinê û ji parastina hevdu paşve nexist. Em li ku derê bin jî kujer vê hişmendiya mêr-dewletê nas dikin û gavekê jî paşve navêjin.
Bila bê zanîn ku têkoşîna me tu demê bi dawî nebûn, hûn ê nikaribin bi dawî bikin!
Ji bo jiyaneke bi rûmet, pêşerojeke azad û cîhaneke bê tundî, em ê vê 25’ê Mijdarê jî bi hêviyek mezin lê bi hêrseke mezinbûyî bi rêxistin bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku mal bi mal, kolan bi kolan dakevin qadan; heta hilweşandina pergala serdestiya mêr û heta avakirina civaka demokratîk û azadîxwaz a jinê, têkoşînê bilind bikin.
Jin, Jiyan, Azadî!"







