Li Rûbarokê bi destê cerdevanan dar tên birin

  • 14:25 2 Hezîran 2026
  • Ekolojî
COLEMÊRG - Li gundê Xoşnav ê li Rubarokê, bi hinceta xebatên madenê, ji aliyê cerdevanên gund ve darbirrîn dest pê kir.
 
Navçeya Rubarok ku li başûrê rojhilatê Colemêrgê ye, bi çiyayên xwe yên bilind, nebatan dewlemend, geliyan û jîngehên xwezayî wekî yek ji navendên ekolojîk ên herî girîng ên herêmê derdikeve pêş. Navçe ku di her çar demsalan de bi dewlemendiyên xwe yên xwezayî balê dikişîne, niha li gundê wê Xoşnavê bi hinceta xebatên madenê, ji aliyê cerdevanên gund ve dar tên birîn. 
 
Heta niha bi sedan dar hatine birîn. Herêma daristanî ku darên berû yên sedsalan lê tên birîn, tê wêrankirin. Darên tên birîn bi alîkariya cerdevanan tên berhevkirin û bo deverên baregehên leşkerî tên veguhastin. Dîmenên ku li herêmê hatine tomarkirin nîşan didin ku dar li qadeke fireh tên birîn û zirarê didin jîngehên xwezayî.
 
Heta niha ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve der barê vê mijarê de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.