Têkoşîna Meyese Yilmaz a hilberînê

  • 09:02 4 Hezîran 2025
  • Jiyan
 
RIHA - Meyese Yilmaz a li gundê xwe seravaniyê dike, ji jinan re dibe çavkaniya îlhamê û li gund qada îstîhdamê diafirîne.
 
Jin di hilberînên çandî de rolek aktîf dilîzin. Di malbatên cotkar de beşek kar a cidî heye û jin hem di vî karî de cih digirin, hem jî kar û barên malbatê û sewalan jî dinêrin. Li gelek bajarên Kurdistanê ge debara xwe bi avakirina serayan dike. 
 
Jina bi navê Meyese Yilmaz ya ligundê Curnus a Hewag a Rihayê 15 sale seravaniyê dike û li aliyê din jî bi karê malê û sewalan re mijûl dibe.
 
‘Karkeriya  xwe dispêre salan’
 
Meyese Yilmaz da zanîn ku 15 sale kedek mezin dide serayan û wiha vegot: “Berê me 11 salan ev kar li Antalyayê kir. 4 sale jî vî karÎ li gundê Curnus dikim. 3 sale em sebze diçînin û îsal jî piranî me sebez û petix çandin. Em ne poşmanin. Qezenca me debara me dike.”
 
‘Têkoşîna jiyanê’
 
Meyese Yilmaz daxuyakirin ku ji bilî serayê jî berpirsyariyên wê hene û wiha bi lêv kir: “Em zehmetiyan dikşînin. Me li Antalyayê dest bi kar kir. Piştre em hatin gund û me ev erd girt. Me sera av akir. Me xaniyek çêkir. Me zarokên xwe zewicandin. Niha em seravaniyê dikin. Nokteyên ku zehmetiyan dikşînim hene. Hem li malê dixebitim hem di serayê de dixebitim. Mala min ligel serayê ye. Ji ber vê hêsan dibe. Du bizinên min hene. Mirişkên min hene. Erdên me yên fistiqan jî hene. Me navberê de darên tirî çandine. Em li wan dinêrin.”
 
‘Em berhemên xwe biha nafroşin’
 
Meyese Yilmaz daxuyakirin ku ji ber krîza aboarî berhemên li bazaran pir bihane û got: “Em berhemên xwe biha nafroşin. Em bi bihayekî normal didin gel. Ji gundên din muşterî tên. Em dibêjin evqas rê hatine em biha kêm didin.”