
Jinên esnaf: Butçeya ji bo şer tê veqetandin bila bidin gel
- 09:06 31 Gulan 2025
- Ked/Aborî
Rabia Onver
WAN - Pevçûna ku 42 sal in li Tirkiyeyê didome, krîza aborî jî roj bi roj giran dike. Di serî de esnaf, gel ji vê krîzê bi bandor dibin. Jin der barê krîzê de axivîn û gotin: “Butçeya ji şer re tê veqetandin bila ji gel re bê veqetandin. Hêviya me ji pêvajoyê ev e ku pereyê ji şer re tê veqetandin bila biçe ji gel re.”
Di pêvajoya ku şer û tundî giran dibe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Piştî bangê PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî û daxuyand ku ‘têkoşîna çekdarî’ bidawî kiriye. Bi vê pêvajoyê re li Rojhilata Navîn deriyê geşedanên nû hat vekirin.
Jinên esnaf ên ji butçeya ku ji şer re tê veqetandin gelek bi bandor dibin, diyar kirin ku ev butçe ji gel re bê veqetandin wê krîza aborî jî sererast bibe.
‘Bandor li aboriyê dibe’
Ayfer Gelîbolu ku di 2016-2017’an de bi KHK’ê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat îxraçkirin dest bi esnafiyê kir. Ayfer Gelîbolu da zanîn ku piştî îxracê pirsgirêkên aborî jiyaye û ji ber vê dest bi esnafiyê kiriye. Ayfer Gelîbolu wiha dirêjî dayê: “Li vî welatî aborî her tim pirsgirêk bû. Lê edalet bandorek mezin li aboriyê dike. Li welatekî edalet tunebe aborî çi bibe jî pêş nakeve. Min bêdadî dît û wek min bi mîlyonan kes hene. Em pêvajoyek pir zehmet jiya. Bandorek mezin li jin û zarokan hat kirin.”
‘Şer tê wateya xerckirina pere’
Ayfer Gelîbolu destnîşan kir ku aborî her diçe xera dibe û hêza gel a girtinê nemaye. Ayfer Gelîbolu wiha dirêjî dayê: “Min di konê erzaniyê de stand vekir. Lê min dît ku gel nikare titşekî bigire. 50 sal in li welat şer heye. Butçe ji şer re tê veqetandin. Şer tê wateya xerckirina pere. Bi vê pêvajoyê re butçeya ji şer re dihat veqetandin ger ku ji gel re bê veqetandin wê krîza aborî sererast bibe.”
‘Ev pêvajo wê bandorek erênî li aboriyê jî bike’
Gulistan Babat jî daxuyakirin ku ev du sal in esnafiyê dike û wiha bi lêv kir: “Krîza aborî bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Bihabûna her tiştî bandor li her kesî kir. Bi pêvajoyê re hêviya me heye. Wê bi aştiyê re her tişt baş bibe wê aborî jî baş bibe. Em ji pêvajoyê bi hêvî ne û hewcedariya me bi vê heye.”