Li Wan û Agiriyê çalakiyên ji bo ziman

  • 12:04 28 Gulan 2025
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan û Agiriyê di 2 û 3'ê Hezîranê de bi çalakiyên cuda Cejna Zimanê Kurdî dê bê pîrozkirin. 
 
Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de, di 2 û 3'yê Hezîranê de ji bo zimanê kurdî, bi dirûşma "Statuya Kurdî, Perwerdehiya Bi Kurdî" bernameyeke taybet tê lidarxistin. 
 
Di 2'yê Hezîranê de ji navenda bajarê Wanê ber bi navçeyên Bêgir û Ebexê ve bi konveyê bê çûyîn. Li vir meş bê lidarxistin, daxuyanî bê dayîn û dû re jî şahî bê lidarxistin. 
 
Di 3'yê Hezîranê de jî ji navenda Bazîda Agiriyê ve ber bi Goristana Ehmedê Xanî ve meşek bê lidarxistin. Dû re jî li Bazîdê daxuyanî bê dayîn û şahî bê lidarxistin. 
 
Hevserok, hevşaredar û parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên saziyên zimanê kurdî û saziyên demokratîk ên ji bajarên cuda dê beşdarî bernameyan bibin.