Ronesansa Jinên Êzidî: Dîroka me, dîroka berxwedanê ye

  • 15:37 28 Tebax 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi semîneran didome. Di semîneran de bandora zayendparêziyê li ser jinan, bandora fermanan li ser jinan, piştî fermanê rêxistinbûna jinan, xweparastin û bi ronahiya Jineolojiyê afirandina civaka demokratîk, hat niqaşkirin.
 
Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî ku bi dirûşma ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ hatibû destpêkirin, bi dayîna semîneran dewam dike.
 
Semînera yekemîn ji hêla hevseroka desteya rêveberiya xweser û endama koordînasyona TAJÊ Riham Hesen ve hat dayîn. Di semînerê de sosyoloyiya jinên êzidî, di dîroka jinên êzidî û bandora zihniyeta zayendperest a li ser civak û jin hat niqaşkirin.
 
Rîham Hesen diyar kir ku di civakê de rewşa heyî biguherîne hêz û qudreta jinan e û ev nirxandin kir: “Şengal ji milê çand û bawerî ve xwedî mîrateyeke dîrokî û çandî ye. Lê li gel vê; bi bandora fermanên li pey hev hatine û bi bandora zayendperetiyê ku bi destê desthilatdariya mêr-dewletê hatiye avakirin di nava civaka me de pirsgirêkên mezin a jiyanê dane avakirin. Ji ber ku hemû ferman destpêkê jinan kirine hedef û bi rêya jinan xwestiye civakê bigirin bin bandora xwe û ji koka xwe dûr bixin. Di heman demê de pergala desthilatdariya mêr jî destpêkê jinên ku pêşengiya civakê kirine jiyanê avakirine û bi navê xwe bûne jîn û jiyan, hedef girtine û xwestine hebûna jinan ji holê rakin.
 
Di bingeha hemû pirsgirêkan de pirsgirêka di navbera jin û mêr de hene
 
Dema em berê xwe didin dîrokê, di gelek şer û fermanan de jî em rastî jinên pêşeng tên. Gelek jinên ku pêşengî ji eşîra xwe re kirine hene. Ji Xatuna Fexran heta Dayê Zero, ji Sûsika Simo heta Zarîfa Osê, ji Meyan Xatun heta Dayê Gulê jin navên xwe bi hebûn û berxwedana xwe li dîrokê dane nivîsandin. Di dîroka me de her dem avakirin, pêşxistin û parastin hebûye. Lê di kêleka vê bi hezaran jinên navdar û pêşeng ku em dîroka wan nizanin û nas nekirine jî  hene. Nasnameya me, nasnameyekê xwe bi maneyê ava kiriye lê bi bandora zayendperestiyên bi destê zilam û bi destê dewletê pêş ketiye, sedan sal in berdewam dike, ew nasname berê xwe yê azadiyê winda kiriye.
 
Di bingeha hemû pirsgirêkên civakî de pirsgirêka di navber jin û mêr de hene. Ji bo vê hemû tiştên girêdayî jinan lêkolînkirin ji pirsgirêka têkiliyên jin û mêran re bersivên bi kok gerandin, li hemberî zayendperest, nêzîkatiyên qebe ku jinan di malê de digire lê dide û qetil dike, weke kole, biçûk dibîne têkoşîn kirin, bi tehlîlên îlmî rêya azadiya jin û mêran gerandin pêwîst e bibe xebata me ya destpêkê.
 
Piştî fermanê rewşa jinên êzidî
 
Di civaka me de rewşa jinan piştî fermana 74’an bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo û hatina tevgera azadiya jin guhertinên mezin çûbûne. Piştî fermanê jinan bi hêza ku ji kokên xwe digirin, bi hêza çand û baweriya xwe digirin, xwe bi felsefe û têkoşîna Rêber Apo xemilandin û şiyarbûnekî mezin jiyankirin. Ji aborî heta siyasetê, ji perwerdê heta dibistanan qadên jiyanê li pêşiya jinan de vebûne. Jin ji xewa sedan salan rabûn û careke din ketin ferqa xwe.
 
Di civaka me de yê ku rewşa heyî biguherîne hêz û qudreta jinan e. Jin ger bi zanebûnên xwe yên hezaran salan bi têkoşîna xwe yê mezin ger li hember zayendperestiyê li ber xwe bide, wê demê dikare ber bi xwebûnê ve nasnameya azadiyê careke din bihûne. Ji bo vê rêxistinbûna jinan xurtkirin, bi perspektîfa netewa demokratîk xebat meşandin, bi meyzandina ilma jin-jineolojiyê xwe perwerdekirin dê pêşiya jiyana nû û demokratîk veke. Li Şengalê hêza cewherî û zanebûna kok a jinan careke din derxistina ser rûyê erdê, Ronesansa civaka xwe bi exlaq û estetîka jiyanê pêşxistin, erka me ya bingehîn e.”
 
Semînera li ser jinan bandora fermanan û piştî fermanan birêxistinkirina jinan
 
Di semînera duyemîn de li ser mijarên bandora fermanê ya li ser jinên êzidî, ferman û piştî fermanan rewşa jinên êzidî, bandora koçberî û jiyana li kampan, piştî fermana jin çawa xwe birêxistin kirin û parastin, niqaş hatin meşandin.
 
Semîner ji hêla endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Sara Şengalî ve hat dayîn û Sara Şengalî ev tişt anî ziman: “Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku di dîroka Êziyan de, weke fermana 74’an tê pênasekirin, bingehê xwe ji zihniyeta zilamên desthilatdar ku hezar sal in li ser gel û civakan pêşdixin, digire. Di encama zihniyeta dîroka şaristaniya navendî de ku ger li ser navê ol, ger li ser navê desthilatdarî, ger li ser navê nijadperestî, ger li ser navê netewdewlet û her wiha bi sedemê cur be cur ferman li ser civakan hatine pêkanîn. Bêguman, ev zihniyet zihniyetekî desthilatdar e, ne zihniyetekî olî, yan jî baweriyekê ye. Tenê yek hedefa desthilatdariyê heye; desteserkirina ax, mal û milkê mirovan e. Bi vê sedemê ji hêla feraseta zihnî ya dagirker û qirker ve hezar caran weke fermana 74’an êrîşên hovane li ser civakan hatine meşandin. Herî dawî fermana ku DAIŞ’ê li Şengalê kirî, berhama vê zihniyetê ye.
 
Di hemû komkujî û fermanan de herî zêde jin bûne qurbanî. Bi rêka asîmilekirin û qetilkirina jinan armanc ew e ku nasname, çand û baweriya civakê bê tunekirin. Ji bo ku çand, ziman û baweriya civakê ya kevnar ji holê bê rakirin êrîş li ser jinan tê kirin. Ev rastî di dîrokê de gelek caran tê dîtin. Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya bi deste çeteyên DAIŞ’ê jî yek ji van mînakan e.
 
TAJÊ îradeya jinên êzidî yên birêxistinkirî temsîl dike
 
Ne tenê di ferman û qirkirinan de şîdet tê meşandin, rast e şîdeta herî mezin û dijwar ew e, lê belê di serî de şîdeta pîskolojîk jî di nav de di mal, civak û kargehan de bi destê zilam tê meşandin. Li seranserê cîhanê, jin rojane rastî tacîz, tecawiz û kuştinê tên. Sîstema desthilatdar a zilam bêyî ku ferq û cudahî bixe nav netew, çand û çînan, li ser jinan şîdeta herî mezin pêk tine. Li ser vê esasê her qirkirinek ku tê pêkanîn li ser hemû jinan e.
 
Piştî sala 2014 an, civaka li Şengalê rêxistina xwe ava kirin, carek din ji nû ve jiyana xwe li ser  felsefa RÊBERÊ gelan ABDULLAH OCALAN destpêk kirin. Wek jinên Êzidî me Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ava kir. Xebatekî herî muhim ku piştî fermanê hate destpêkirin rêxistina jin a civakî, siyasî hate avakirin TAJÊ îradeya jinên Êzidî yên rêxistinkirî, temsîl dike. Di dîroka jinên Êzidî cara yekemîn e rexistinekî wan siyasî, civakî, xweser, xwedî biriyar tê avakirin. Ev gava herî giring bû piştî fermanê. Her wiha komîteya dîplomasî wek dengê jinên Êzidî li derve karê muhîm da meşandin. Ji bo ferman di raya giştî ya cîhanê de berfirehî were naskirin, peywendî bi jinên cîhanê re, bi sazî û dezgehan re xurt ava kir û dengê jin û civaka êzidî gihand her derê.
 
Dîroka me, dîroka têkoşîn, berxwedanê ye û 74 fermanan e
 
Me ji dîroka xwe ders derxist, heger me parastina xwe nekir kesek parastina me nake û mesela parastinê meselekî jiyanî ye. Wek av û nan ji bo em bijîn girîng û jiyanî ye. Ji bo wê me hêza YJŞ’ê weke heza parastina xwe û rûmeta xwe nas kir û xwedî lê derketin. Îro beşekî têkoşîna xebatên me ew e em her jinekê li ku dibe bila bibe li ser esasê himên parastina cewherî perwede dikin. Ji aliyê fikrî û zanistî ve li ser rastiya jin, welatparêziyê, rastiya dîroka êzdatiyê perwerde dikin.
 
Em karin bêjin îro TAJÊ di Şengalê de di nav dilê şoreşa Şengalê de, şoreşa jin ava kiriye û pêşengtiyê ji têkoşîn û berxwedaniya Şengalê re dikeBi hezkirin û welatparêzî jin li Şengalê ji gel û axa xwe re pêşengtiyê dikin.”
 
Di ronesansê de rola jinên êzidî û xweparastin
 
Semînara sêyemîn  jî li ser di ronesansa civaka êzidî de rola jinên êzidî û xwerastinê bû.
 
Ev semîner jî ji hêla endama dîplomasiya TAJÊ Lava Şengalî û yek jê fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam ve hat dayîn.
 
Lava Şengalî derbarê di ronesansa civaka êzidî de rola jinên êzidî de ev tişt vegot: “Ronesans, wek têgeh tê wateya ji nû ve vejînê û wek vegera xwezayê jî tê zanîn. Ronesans ronîbûn û vegera li kokê ye. Tarîfa herî rast a ji bo ronesansê ewe ku wek şoreşeke zihniyetê were bi nav kirin. Rêber APO di Ronesansa Rojhilata Navîn de roleke girîng dide ferdê azad, hewl dide bi ronesansê yekitiya xweza, civak û ferd çêbike. Bêyî ku tu kes xwe li ser yê din ferz bike. Di demek ku şerê cîhanê yê sêyemîn berfireh dibe, pirsgirêkên heyî milê civakî ji ekolojî, aborî, siyasî û parastinî bi zihniyeta baviksalarî mezintir û kurtir dibe, banga Rêber Apo a aştî û civaka demokratîk bangek dîrokî ye û manîfestoya serdemê ye. Di heman demê de ji bo tevahî mirovahiyê, gelên bindest û hemû netewan taybet ji bo jinan banga azadiyê ye.
 
Banga Rêber Apo ji bo êzidiyan ronesans e û bersiva fermanan e
 
Rêber APO got banga aştî û civaka demokratîk, herî zêde ji bo Êzidiyan Ronesanse û bersiva 73 fermanên Êzidiyan e. Di nameya dawî de jî got jin pêşengên esasî ya vê tekoşînê ne. Di vê wateyê de, ji bo rast fêmkirina banga Rêbertî û erk û berpirsiyariyên ku daye ser milê jin û civaka Êzidî pêwîstî pê heye ku em careke din vegerin ser heqîqeta kevnar a civaka me ku bi hezaran salane bi çand û baweriya xwe ya kevnar ku di cewhera xwe de aştîxwazî û xwezaperestî ji mirovahiyê re pêşengtî kiriye. Pêwîste em ji xwe bipirsin, fermanan bandoreke çawa li ser civaka me ava kir, gelo em çiqas dîroka xwe nas dikin, yan çandên cuda û sîstema heyî heya kîjan astê ser kesayeta me bandor kiriye. Emê çawa bijîn, ji ku, çawa û kengî destpê bikin. Taybet wekî jinên Êzidî emê çawa bikaribin pêşengtiyek rast bikin. Emê çawa şoreşa zihniyetê ava bikin. Bervisa van û gelek pirsan di dahûrandinên Rêbertî de mirov bi zelalî dikare bibîne.
 
Bêguman, ji bo avakirina Ronesansê girînge bi zihniyeta dayîksalarî, bi zanista jin ango Jineolojî ku bingehê hemû zanistane were pêşxistin. Bi ferasetên teng, dogmatîk ango bi zihniyeta zayendperest guhertin û veguhertin ne mumkine. Li cîhek ku qirkirina jinan û her cureyên tundiyê hebe, gelo em ê çawa behsa azadiyê bikin. Ev pirseke heyatî ye ku her yek ji me pêwîste ji xwe bipirse û bersiva wê bide. Ji bo Ronesanseke nû ya jinan, di nav civakê de li Kurdistan û bi taybetî li Şingal pêk were, pêwîste pergalek zanistî, perwerdehî û xwebûnî ya civakî bi nêrîna Jineolojiyê ku bingehê tevahî zanistane, were afirandin.
 
Bi felsefeya Jin-Jiyan-Azadî em civaka demokratîk biafirînin
 
Zanebûnên jinan, ilmê jinan, dîroka azadiya jinan ku ji dîrokê hatiye mesihandin careke din derxîne ser rûyê erdê û bi qûdreta vê zanebûnê, di Ronesansa civakan de bibe fikr, felsefe û ilmê jinên pêşeng.
 
Jineolojî di demekê wisa de ji aliyê Rêber Apo ve ji bo jinan hate pêşniyar kirin ku, di cîhanê zayendperestî ji her alî ve dixwest hebûn û tekoşîna azadiya jinan ji holê rabike. Rêber Apo bi israr dibêje; ‘’Jineolojî dikare bibe derketinekî bingehîn’’ Beriya her tiştî di civaka me de û di giştî cîhanê de Jineolojî hewl dide; ew jiyana civakan ku xitimiye, di bin destê desthilatdariya mêr de hildiweşe çawa were guhertin, rê û rêbazên vê peyda bike.
 
Ronesans ji bo tevahî civaka Êzidî yê welat û dervayî welat girîng û derbasdar e. Bê yekîtî û tifaqa civaka Êzidî û bê vegera ser war û koka xwe, ne mumkine ronesans bê pêşxistin. Em dikarin bêjin ku civakên herî zêde ferman jiyan kirine dikarin wate û girîngiya avakirina ronesansê fêm bikin û pêk bînin. Di vê wateyê de em wek jin û civaka Êzidî dikarin ji bo Rojhilata Navîn pêşengtiyek bi hêz bikin. Emê bi hev re bi felsefa Rêber Apo a jin-jiyan-azadî ronesanseke nû a jinan bi destê jinan biafrînin û civaka demokratîk pêş ve bibin.
 
Girîngiya xweparastinê
 
Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam jî li ser xweparastinê ev nirxandin kir: “Eger heta roja îro em weke jinên êzidî û civak li ser piya ne ev bi saya fikrê Rêber Apo ye. Yê ku herî zêde êş dîtiye em in. Em xwedî vê çand û baweriyê ne. Me xwe ji xwaliya xwe ava kiriye. Em xwedî wê hêz û baweriyê ne ku di her alî de xwe bi rêxistin bikin û li hemberî hemû êrîşên heyî li ser. Divê em di vê demê de pêwîst e pêşengiyê ji hemû civakan re bikin.
 
Niha êrîşên herî mezin û giran li ser jin tên pêşxistin. Em divê bi qîmetekê wisa bîr û baweriya xwe bidin jiyan kirin û hêza xwe ya mane dayînê xurt bikin. Ji bo vê ,jî erk û berpirsyariya  me heye. Em li hemberî qirkirina çandî şoreşa zihniyetê pêk bînin. Di her alî de niha pêwîstiya me bi şoreşekê zihnî, çandî, bawerî û zanistê heye.
 
Di roja îro de qirkirina ku tê kirin bi aqlê mêr tê kirin. Şerê tê meşandin hemû civak û bi taybetî jinan dike hedef. Li hemberî viya divê em hişmendiya xweparastinê ava bikin. Divê her jinekê êzidî xwe di warê parastinê de xwe perwerde bike. Ji ber ku me di sala 2014’an de fermana herî giran jiyan kir. Eger em xwe di warê xweparastinê de bihêz nekin wê hîn gelek ferman bêne serê me.
 
Di pêvajoya nû de divê em xwe di her alî de amade bikin û bi seknekê xurt li hemberî her cûre êrîşan têkoşîna parastinê pêşxistine. Em dikarin li ser koka dîroka xwe ya berxwedanê di roja îro de li ber xwe bidin û hebûna xwe biparêzin. Çandekê me ya bi hêz a berxwedanê heye. Ev jî di roja îro de hêz dide me ku em xwe li ser wê bi rêxistin bikin. Ji bona ku em çand û baweriya Êzdayetiyê biparêzin, xwedî lêderbikevin.”