ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 19 Îlon 2025
  • Rojev
 
* Jinan diyar kirin ku ji bo Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên pêwist bên avêtin û wiha gotin: “Em pêvajoyê erênî dibînin. Divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe.”  BI DÎMEN
 
* "Lêgerîna çareseriya ji derveyê xeta dewletê  tê kirin, xwe dispêre berxwedana pir alî a seranserê dîrokê ya jinan û wek lêgerîna riya nû ya pir alî teze dibe. Lêgerîna sosyalîzma nû di pênasekirina ‘civaka demokratîk û ekolojîk’ de watedar dibe û zindî dibe. Di vê riya nû ya xwe dispêre tespîta ku şansê serkeftina çarseriyê ya netewperest winda bûye de, nêzîkatiya ‘têgihîştina azadiya  Kurd û çareseriyê’ li dijî şaristaniya çînî, perspektîfeke ji derveyê dewlet û civaka çînî zelal dike."  NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Seroka Komeleya Ewil Jin û Zarok Mujde Tozbey der barê îlankirina "Sala malbatê" ya ji aliyê desthildariyê ve hatiye îlankirin axivî û got: “Îlankirina 'Sala malbatê' tundî û qetilkirin zêde kirin. Ev îlaneke sembolîke. Ev hewldaneke ku encamên wê yên hem polîtîk hem jî aborî heye.”
 
*Bi Mîhrîcana Sûrê ya wê li sê gundên Sûrê pêk bê, jin û zarok wê bi hûnerê re bên gel hev. KASED’ê bang kir ku hemû kes bila tevli atolyeyên pêk tînin bibin. BI DÎMEN 
 
*Jinan bertek nîşanî biryara demkî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dan û diyar kirin ku divê "mafê hêviyê" di zûtirîn dem de were bicîhanîn û azadiya Abdullah Ocalan xwestin. BI DÎMEN